Gerîlayê HPG'ê Akbaş hat definkirin

Gerîlayê HPG'ê Şivan Akbaş (Bişar Mardîn) yê li Hezexê jiyana xwe ji dest da, li cem ap û pismamê xwe yên di şerên demê cuda de jiyana xwe ji dest dabûn, hate definkirin.

Şivan Akbaş (Bişar Mardîn) yê di bombardimana li Hezexê de tevlî 11 hevalên xwe jiyana ji dest dan li gundê herema Omerya ya Talata Nisêbînê bi tevlîbuna sedan kesan hat definkirin. Cenazeyê Akbaş li tenişta apê wî Tello Akbaş yê di pevçuneka Sêrtê de jiyana xwe ji dest da û pismamê wî Rifat Akbaş ê di êrîşên li Şengalê de jiyana xwe ji dest da hate definkirin. Cenazeyê Akbaş ji aliyê MEYA DER a Mêrdînê ve ji Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê hat girtin û bi qonvoyek mezin birin Talatê. Dema karwan di gundên Omeriyan re derbas bû welatî derketin derve û bi tilîlî û çepikan pêşwazî kirin. Bi sedan kesan cenazeyê Akbaş li qada gund ji ambulansê derxistin û heta goristanê meşiyan. Welatiyan wêneyên Akbaş hilgirtin û diruşmeyên "Şehid namirin" , "Bijî serok APO" berzkirin. Parlementera HDP'ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim destnîşan kir ku hikumeta AKP'ê li hemberî gelê kurd şerek daye destpêkirin û wiha got: "Çand ziman û hemi nirxên Kurdistanê ji aliyê dewletê ve di bin êrîşan de ye. Hikuneta AKP'ê sebebê tunekirin û qirkirina li Kurdistanê ye."

Hevseroka DBP'ê ya Mêrdînê Perîhan Agaoglu jî wiha got: "Êdî gav paşve avêtin tunneye. Êdî ev ax hew bindestiyê qebul dike. Tiştê ku tê jiyandin ne pêvajoyek e şoreş e. Kes ji me ji van ciwanan ne çêtir e. Şores bedelê giran dixwaze û em jî ji vê re amade ne."

Girse piştî merasima cenaze derbasî cihê şûnê bû.