Gerîlayan vê carê li Mêrdînê rê kontrol kir

Gerîlayan vê carê li Mêrdînê rê kontrol kir

Li navçeya Mahsertê ya Mêrdînê gerîlayên HPG'ê li nêzî navçeyê şevê din li ser rê maşîne rawestandin û kontrola nasnameyan kirin.

Li navçeya Mehsertê ya Mêrdînê gerîlayên HPG'ê, şevê din 3 kîlometre nêzî navçeyê li ser rê maşîne rawestandin û kontrola nasnameyan kirin. Gerîlayan saet di 21.00'an de maşîne rawestandin û li nasnameya rêşiyan nerîn. Di kontrola ku nêzî saetekê berdewam kir de gerîlayên Kurd piştî sohbet û propaganda kir rê li trafîkê vekir.

Piştî gerîlayên HPG'ê ji herêmê dûr ketin li herêmê operasyona leşkerî det pê kir.