Gerîlayên HPG’ê bi dehan kilometre ketin nava xaka sînorê Bakûrê Kurdistanê û pevçûnên dijwar diqewimin. Gerîlayên HPG’ê li gelek herêman rê birîn û nasname kontrol kirin. Di çalakiya gerîlayên HPG’ê ya şevê din li navçeya Dihê ya Sêrtê pêk anî de gelek şeker hatin kuştin û nûçeyên pevçûnan ji Şemizînan tên.
Li gorî çavkaniyên herêmî, gerîlayên HPG’ê bi qasî 35 kîlometre ketine nava xaka Bakûrê Kurdistanê û gelek herêmên derdora Şemizînanê ketine bin kontrola gerîlayan. Li herêmê gelek gund têne valakirin û ketina herêmê hatiye qedexekirin. Artêşa Tirk ji bejahî ve nekare bikeve herêmê û bi vî awayî li herêmê sînorê di navbera Bakûr û Başûrê Kurdistanê de hat rakirin.
ARTÊŞA TIRK NIKARE BIKEVE HERÊMÊ
Gerîlayên HPG’ê şevê din saet di 19.30 de li ser rêya di navbera Gever û Şemizînanê de asayîş danîn û zêdetirê 50 wesayît hatin rawestandin. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine bidestxistin, gerîlayan li wir propaganda kirine û behsa tevgera gerîla ya li Şemizînanê kirine.
Her wiha, gerîlayên HPG’ê şevê din li navçeya Şemizînanê li dijî avahiya qeymeqamtiyê çalakiyek li dar xistin. Li gorî agahiyan kuştî û birîndarên artêşa Tirk hene, lê hejmara wan nehat zelalkirin. Piştî çalakiya gerîlayan yekîneyên tîmên taybet xwestine bi karwanekê bikevin herêmên di bin kontrola gerîlayan de. Hat diyarkirin ku gerîlayan li dijî karwanê leşkerî çalakiyên suîqest û sabotajê pêk anî û di encamê de karwan neçar ma şûn de vegere.
Her wiha, şevê din, artêşa Tirk ji bajaroka Rûbarokê jî hêzên teqwiye şand cihê bûyerê. Di rê de ev karwanê leşkerî yê ji Rûbarokê jî dihat li rastî çalakiya gerîlayan hat, di encamê de du wesayîtên zirxî yên “akrep” ji aliyê gerîlayan ve hatin rûxandin û karwanê leşkerî paş de vegeriya.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatine bidestxistin, artêşa Tirk piştî ku nekarî bi rêyên bejahî derbasî herêmê bibin, bi balefirên şer û kobrayan herêmê bombebaran kirin.
LI DIHÊ ÇALAKÎ: BI DEHAN LEŞKER MIRIN
Li navçeya Dihê ya Sêrtê jî, gerîlayên HPG’ê şevê din li dijî qereqola Bîlgî çalakiyek hat lidarxistin. Hat diyarkirin ku artêşa Tirk gelek wendahî dane. Li gorî çavkaniyên herêmî herî kêm 11 leşker mirin û 2 jê birîndar bûn. Her çendî çapemeniya Tirk aşkere kir ku 2 leşker mirine lê piştî çalakiya gerîlayan, hemû peywirdar û bijîşkên Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê şandin herêmê.
GERÎLAYAN LI MÊRDÎNÊ RÊ KONTROL KIR
Li navçeya Mahsertê ya Mêrdînê gerîlayên HPG'ê, şevê din 3 kîlometre nêzî navçeyê li ser rê maşîne rawestandin û kontrola nasnameyan kirin. Gerîlayên HPG'ê saet di 21.00'an de maşîne rawestandin û li nasnameya rêşiyan nerîn. Di kontrola ku nêzî saetekê berdewam kir de gerîlayên HPG'ê piştî sohbet û propaganda kir rê li trafîkê vekir.
RÊYA ŞEMIZÎNAN-ROBAROKÊ HATIYE GIRTIN
Hêjayê gotinê ye ku şer û pevçûnên li navçeya Şemizînan a Colemêrgê ji 23’yê tîrmehê ve berdewam dikin. Rêya bejahî ya di navbera Şemizînan-Rûbarokê de ev 12 roj in hatine girtin. Artêşa Tirk Çiyayê Gomanê ya li nêzî navçeyê dibe ber obîs û hewanan.
Li gorî agahiyan tevî girên Konserve û Garê, gelek herêmên din di bin kontrola gerîlayan de û gerîlayên HPG’ê 35 km ketine nava xaka navçeyê. Her çendî artêşa Tirk tu daxuyaniyek nade lê Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan got; “Niha li 35 km hundirê sînor li derdora Şemizînanê gerîla hene. Bi vî awayî gotinên hundir û dersînor jî êdî dibin çîrok.” Karayılan destnîşan kir ku ev yek ne tenê li Şemîzînanê, niha li Botan-Zagrosê hemû wisa ye.