Gerîlayan sala 2015'an nirxandin

Gerîlayên HPG der barê sala 2015'an de ji ANF'ê re nirxandinên girîng kirin û anîn ziman ku sala 2015 bû sala berxwedan û serketina gelan.

Gerîlayên HPG der barê sala 2015'an de ji ANF'ê re nirxandinên girîng kirin û anîn ziman ku sala 2015  bû sala berxwedan û serketina gelan. Gerîlayên HPG der barê êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî gelê Kurd de gotin, "Dewleta Tirk weke her daîm dixwaze serhildanên gelê Kurd bi komkujiyan bi biqedîne. Ev komkujî berdewam bikin em ê jî wek HPG dakevin bajaran û gelê xwe biparêzin."

'SALA 2015'AN BÛ SALA SERKETINA GELAN'

Gerîlayê HPG'ê Çekdar Mardîn bi gotina "Sala 2015, bû sala berxwedanê" dest bi axaftina xwe kir û derbarê sala 2015’de ev nirxandin kir: "Di despêka salê de serketina Kobanê serketineke pir mezin bû. Dîsa di hilbijartinên meha Hezîranê de serketineke pir mezin xiste destê hemû gelan, bi taybet destê gelê Kurd. Lê hikûmeta AKP’ê ev serketin qebûl nekir. Serketina ku gelan bi îradeya xwe bi dest xistin, qebûl nekir û bi êrîş û zextan xwest tine bike. Li ser vê bingehê şerekî parastinê hate destpêkirin. Her şêwe êrîşên bi destê DAIŞ'ê û hevalbendên wê li hemberî gelê Kurd hatin kirin, hatin pûçkirin. Bi taybetî bi berxwedaneke pir mezin azadiya Şengalê û  bi destketiyên Rojavayê Kurdistanê hat pûçkirin. Em bejna xwe li ber şehîdên xwe yên di van berxwedanan de jiyana xwe ji dest dane, bi rêzdarî ditewînin. Em soz didin ku em ê vê berxwedana wan di asta herî bilind de bidomînin."

'EGER AKP DI KOMKUJIYAN DE ISRAR BIKE, WÊ LI HEMBERÎ XWE HPG'Ê BIBÎNE'

Mardîn serhildanên ku li bakurê Kurdistan’ê pêk tên silav kir û wiha direjahî da axaftina xwe "Dijmin pêwîste mesajên van serhildanan û mesaja 7’ê Hezîranê baş bigire ku ev serhildanên pêş dikevin ji bona azadiya Rêber APO û hemû gelê Kurdistanê ye. Dijimin van serhildanan dixwaze bi kuştinan, bi girtinab, leşker xistina nava bajaran çareser bike. Tevgera me li ser van erîşan daxuyanî da ku li ser esasê ev komkujiyana bisekine. Lê dewleta Tirk weke her daîm dixwaze serhildanên gelê Kurd bi komkujiyan bi dawî bike. Ev komkujî berdewam bikin em ê jî wek HPG dakevin bajaran û gelê xwe biparêzin. Bi taybetî tiştên li navçeyên Cizîra Botan, Amed, Mêrdînê tên jiyîn, nayên qebûl kirin. Eger bi sed hezaran leşkeran li cih û warên Kurdan komkujiyê pêk bînin, divê zanibin ku gerîlayên vî gelî jî hene. Çawa ku em ji bo vî gelî derketine serê çiyê pewîst bike em ê dakevin nava bajaran. Bila pişta gelê me rast be, em weke HPG her daîm piştgiriyê didin gelê xwe. Bila ev serhildan pêş bikevin. Eger AKP di van komkujiyan ısrar bike wê li beramberî xwe HPG'ê bibîne."

Mardîn di dawiya axaftina xwe de bal kişand li ser berfireh bûyîna berxwedana gelê Kurd û got, " Sala 2016 wê bi berxwedana gelan re bibe sala azadiya gelan. Em ji bo hemû gelên xwe serketinê dixwazin. Sala 2016 ji bona gelan û Rêber APO wê bibe sala azadiyê. Em soz didin şehîdên xwe em ê vê tekoşînê bi pêş bixin."

'GAVÊN JI BO AZADIYÊ HATIN AVÊTIN'

Gerîlayê HPG’ê Nemrût Sûrûç bi gotina "Di sala 2015’de tiştê herî ber bi çav berxwedana Rojavayê Kurdistanê bû" dest bi axaftina xwe kir û bal kişand ser berxwedana gelan. Sûrûç got, "Şoreşa Rojava, bi taybetî berxwedana Kobanê bû hêviyeke azadiyê ji bo gelên bindest. Li hember hemû erîşên tund şervanên YPG û YPJ’ê bi qehremaniyeke pir mezin li ber xwe dan. Ev berxwedanî ji bo me dîrokek nû bû. Bindestiya hezar salan di Kobanê de hate şikandin. Li Kobanê zîhniyeta faşîst a AKP û DAIŞ'ê hate şikandin. Van serketinan bi xwe re pêngavên din anîn. Li Bakurê Kurdistanê pêngavên şoreşê, li Şengalê pêngavên azadiyê hatin avêtin. Li Başûr xwepêşandan hatin kirin."

'TI KES NIKARE SERÎ LI GELÊ KURD BITEWÎNE'

Sûrûç di dirêjahiya axaftina xwe de diyar kirin ku hêzên desthiladtar li beramberî vê serketinê jî ketin nava tirseke mezin û ji bo xwe biparêzin ketin nava liv û tevgerên îtifaqên qirêj. Sûrûç der barê berxwedana gelê Bakurê Kurdistanê jî wiha axivî: "Ji ber vê yekê ji 24’ê Tîrmehê û vir ve dest bi êrîşên hovane kiriye.  Lê gelê Kurd bi berxwedana xwe diyar kirin ku wê gelê Kurd serê xwe netewîne. Vî gelî çewa ku di salên 80-90'î de li be xwe da û serê xwe netewand, di sala di 2015 jî li ber xwe da. Tevgera me ti carî serî li ber ti kesî netewandiye. Wê îro jî netewîne. Her tim ji xwe re berxwedan esas girt û li hember hemû êrîşên hêzên hegemon jî bi berxwedaneke mezin li ber xwe da. Heta roja îro jî bi berxwedana xwe aniye. Dive her kes vê baş bizanibe, ku ti kes nikare serî li gelê Kurd û tevgera azadiyê bitewîne. PKK tevgereke bejn tewandinê nîne. Em tenê bejna xwe li ber şehîdê xwe ditewînin."

'EV ÊŞ ÊŞÊN AZADÎ Û SERKETINÊ NE'

Bi gotina "Bila her kes bizanibe, yê ku ev şer daye destpêkirin, wê di dawiyê de têk biçin" Sûrûç berxwedana gelên Bakurê Kurdistanê silav kir û wiha dawî li axaftinên xwe anî "Wê AKP di vî şerî de têk biçe û di dîrokê de jî tine bibe. Em carek din berxwedan û serhildanên gelê xwe pîroz dikin. Pêwîste ev berxwedanan û serhildanan li tevahî Kurdisatanê belav bibin û di asteke hîn bilind de were meşandin. Wê sala 2016'an bibe sala şoreşa gelê kurdan, wê li her derê gelê Kurd serxwebûna xwe û azadiya xwe pêk bîne. Wê hêzên desthilatdar li tevahî kurdistanê têk biçin û wê her kes êdî gelê kurd nas bike. Êdî pêwîste cîhan bêdeng nemîne. Gelê Kurd pir êş kişand û wê niha jî êşan dikişîne. Lê dawî ya van êşan jî wê serketinên gelekî mezin be. Em ji gelê xwe re dibêjin sala 2016, wê bibe sala azadiya gelan, azadiya Rêber APO û serxwebûna gelan. Bila gelê me baş bizanibe em her daîm li cem gelê xwe ne. Li ku derê dibe bila bibe em ê li cem gelê xwe bin û em ê biparêzin. Pêwîst bike jî em ê bajar bajar kolan kolan gelê xwe biparêzin."

'PÊWÎST BIKE EM Ê BIKEVIN NAVA BAJARÊN TIRKAN'

Gerîlayê HPG'ê Derwêş Palo da xuyakirin di sala 2015'an de hemû berxwedan û serketin bûne para gelan û got, "Me serketinên pir mezin bi dest xistin li Rojavayê Kurdistanê, li Başûrê Kurdistanê. Serketina YPJ û YPG pir mezin bû. Dîsa rizgarkirina Şengalê ji aliyê HPG û YBŞ'ê serketineke pir mezin bû. Li beramberî van serketinan hemûyan dijmin dîn û har bûye. Dewleta Tirk mîna gurên birçî li bajaran êrîşî li ser gelê me dike. Zarokan, dayikan qetil dike. Gelê me yê Farqîn, Nisêbîn, Silopiya, Kerboran, Sûrê, Cizîrê li ber xwe dide. Em berxwedana gelê xwe pîroz dikin. Em hêvîdarin ku hin bajarên din jî ev berxwedan belav bibin."

Palo bi gotina "Em jî wek HPG gelê xwe tenê nahêlin. Eger wisa berdewam bike em ê têkevin nava bajaran" bal kişand ser neheqî û êrîşên AKP û di dawiya axaftina xwe de got, "Êdî ev şer bi bajarên Kurdistanê re sînordar nabe. Pêwîst bike em ê têkevin nava bajarên Tirkan. Êdî pêwîste zarokên me, dayikên me neyên qetil kirin. Wê bi sala 2016 re serketin û azadiya gelan bi berxwedana gelan ve pêk were. Dîsa em berxwedana gele xwe pîroz dikin û di şexê berxwedana gelê Kurd de em serketin ji hemû gelan re dixwazin."

'GELÊ ME JI HER DEMÊ BÊHTIR NÊZÎ SERKETINÊ YE'

Gerîlayê HPG Xeyrî Mêrdîn bi gotina "Ji bona gelê Kurd saleke tîje û têr bû. Li her çar perçeyên Kurdistanê jî desketiyên pir mezin kete destê gelê me" dest bi axaftinên xwe kir û sala 2015 wiha nirxand "Gavek din nêzî azadiyê bûn. Ji van gavan gavê azadkirina Şengal, bi berxwedaneke bê hempa pêk hat. Rizgarkirina Kobanê û her wiha hilbijartinên 7’ê Hezîranê  îradeya gelan derkete holê. Ji hêla siyasî, leşkerî û civakî bi her awayî saleke ku serketin yên gelan bû. Lîstokên desthilatara şênber berbiçav bû."

'ROJ ROJA RÛMETÊ Û BERXWEDANÊ YE'

Mêrdîn  ji bo berxwedana ku li Bakurê Kurdistanê tê kirin got, "Desthilatar çi bike bila bike gelê Kurd wê xweseriya demokratîk pêş bixîne û wê stuyê xwe ava bike. Her çiqasî bi awayekî topyekûn jî bi ser gelê me de werin û zarok, jin, dayik, kal yanî insanê me yê di her temenî bikujin jî wê gelê mê mirinê qebûl bike, lê  careke din bindestiyê, stûtewandine, îxanetê qebûl neke." Mêrdîn bi vî awayî dawî li axaftinên xwe anî. "Pewîste her Kurdek di nava vê berxwedanê de cîh bigre. Ji berxwedanê wêdetir ti rêyek me nîne. Roj roja şerefê ye, roj roja berxwedan û xwedî li rûmeta xwe derketinê ye. Ji bo sala 2016 jî ez dibêjim bi ruhê berxwedanê û serketinê em ê azadiya gelê xwe û Rêber APO pêk bînin."

'BAYÊ ŞOREŞÊ LI HER ÇAR PARÇEYAN BELAV BÛ'

Gerîlayê HPG'ê Kanî Gerîla Efrîn jî li ser sala 2015 ev nirxandin kir, "Sala 2015 bû sala tekoşînvanan. Hêviya gelên bindest a azadiyê zindî kir. Mînak li Rojavayê Kurdistanê şoreş bi awayekî pir mezin belav bû û ev bayê berxwedanê û azadiyê li Bakurêc Kurdistanê jî bi xweseriya demokratik niha pêş dikeve. Dîsa vî bayî bandor li Başûrê Kurdistanê kir û gel li qadan e. Berxwedana gelan pîroz e, bûye çandek. Li hemberî vê jî desthilatdaran êrîşên xwe zêdetir kirin. Yê van êrîşan bi rê ve dibe, serkeşê wan Erdouan û dûvikê wî Barzanî ye. Lê ev rastî derket holê ku gotinên wan derewe û maskeyê wan ketiye. Ti ferqa wan ji DAIŞ'ê nîne. Çewa ku DAIŞ tê axa gelan cih û warê wan talan dike îro Dewleta Turk jî heman tiştî dike."

'GELÊ TIRK ÇAV Û GUHÊ XWE GIRTIYE'

Efrîn li ser êrîşên Bakurê Kurdistanê jî wiha axivî, "Ev ax ya gelên Aanatolya Navîn e. Mîna berbara hatine û vira dagir dikin. Ti cîhê wan li vir nîne û wê bi cîh jî nebin. Tevî hemû tiştan gelê Kurd bi salan ne biratiya gelan bi lêv dike û dixwaze. Lê gelê Kurd ti carî bersiva vê biratiyê negirtiye. Tevgera me bi vejîna xwe heta niha  bangawazî ji bo Tirkan kir ku demokrasî, biratî û wekhevî çebibe li ser xakekê lê wan her tim bi dirûtî, sextekarî nêzî gelê me bûn. Guh û çavên xwe girtine."

'EM ÊDÎ BIRATIYEKE DEREWÎN NAXWAZIN'

Di dawiya axafinên xwe de Efrîn  diyar kirin ku edî ew biratiyeke derewîn naxwazin û bi vî rengî axaftina xwe bi dawî kir: "Em ê çewa vê biratiyê qebûl bikin. Ev zihniyeta erîşkirin û talankirinê heta ku dere biçe em ji wê re dibêjin êdî bes e. Jinên temen mezin, zarok, dayikên ducanî şehîd dixin. Ji Kurdan re tene mirinê heq dibînin. Çawa ku îro gelê Kurd ji bo hemû gelên cîhanê bûye çavkaniya azadî û berxwedanê di heman demê de dixwazin ku bi gelê kurd re li hev bikin û li gel hev bin. Lê dewleta Tirk ji vê direve, li pey sextekariyê ye. Êdî maskeyên wan ketiye xwarê bi vî awayî em wan li welatê xwe qebûl nakin. Roj roja xwedî li xwe derketinê ye. Di sala 2016'an de wê azadî bibe ya gelan û Rêber Apo azad bibe."