Gerîlayên HPG'ê li dijî Qereqola Navberoja girêdayê Şemzînana Colemêrgê êrîşek bi topên hewanê pêk anî.
Li hemberî Qereqola Cendirmeyan a Navberoja girêdayî Şemzînana Colemêrgê û li ser sînora Başûrê Kurdistanê ye, seat nêzî 20.00'an ji aliyê gerîlayan ve çalakiya topên hewanê hate lidarxistin. Piştî êrîşê li hemberî herêmê top hate avêtin. Derbarê kuştî û birîndarên di encama êrîşê de tu agahî nehate bidestxistin.