Gerîlayên HPG’ê li ser rêya bejahî ya navçeya Sêrtê Dihê û Şirnexê wesayît rawestandin û nasnameyan kontrol kirin.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, gerîlayê HPG’ê li ser rêya bejahî ya Dihê û Şirnexê çalakiya venêrînê li dar xistin û nasnemayên kesên di wesayîtan de kontrol kirin. Gerîlayan 3 wesayît şewitandin û ji cihê bûyerê dûr ketin.