Gerîlayên HPG’ê li ser rêya Mêrdîn-Amedê li ser kîlometreya 20’emîn rê birîn û nasname kontrol kirin. Gerîlayan li hemberî leşkerên hatin herêmê çalakiyek li dar xistin û di encamê de herî kêm leşkerek birîndar bû.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, gerîlayên HGP’ê di saetên danê êvarê de li ser rêya Mêrdîn-Amedê li ser kîlometreya 20’emîn rê birîn û nasname kontrol kirin. Gerîlayan gelek wesayîtan rawestand. Piştî bûyerê gerîlayan li hemberî leşkerên hatin herêmê çalakiyek li dar xistin û di encamê de herî kêm leşkerek birîndar bû