Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê da xuyakirin, ku di 8'ê Tîrmehê de li herêma Oremar-Şemzînanê çalakiyên berfireh hatine lidarxistin û ev agahî li ser çalakiyan da:
5 LEŞKER HATIN KUŞTIN
"Hêzên me roja 8'ê Tîrmehê saet di 04:00 de li xeta Oremar-Şemzînanê ya Colemêgrê çalakiyên berfireh lidar xistin. Hêzên me li hemberî qereqolên Rûbarok, Grana, Zeytê, Mamreş û leşkerên artêşa TC ên li girên Xapuşkê, Çeta, Leylek, Şehîd Rahîme, Şehîd Zerdeşt, Şehîd Karker û Şehîd Gafûr bi cih bûn, çalakiyên hemwext pêk anîn. Agahiyên berfireh ên van çalakiyan bi vî rengî ne:
Yekîneyeke me ya gerîla ji 2 baskan ve berê xwe dan girê Xapuşkê û derbên xweş li kozikên leşkeran dan. Her wiha ji 6 baskan ve bi çekên giran û ferdî li konên leşkeran û fermandarên leşkerî yên li ser sê girikên Xapuşkê hat xistin. Di encama van çalakiyên bi qasî saetekê dewam kirin de, 4 çeper hatin rûxandin ku 2 ji van çeperên çekên giran in. Di encamê de 5 leşker hatin kuştin. Hejmara mirî û birîndarên leşkeran zêdetir e.
Hêzên me di heman demê de bi topên hawanê li qereqolên Rûbarok, Grana û Çeta xistin. Gelek ji van hawanan li avahiyên qereqolan ketin. Hejmara leşkerên mirî û birîndarên nehat zelalkirin.
TANKEK HAT RÛXANDIN, DERB LI YEKÊ HAT XISTIN
Gerîlayên me her wiha bi çekên giran, navîn û ferdî li qereqolên Zeytê û Mamreşê xistin. Li qereqola Zeytê, nîzamiye û tankek hedef hatin girtin û di encamê de kûleya nîzamiye û tank hatin rûxandin. Wekî din, tankeke din a li qereqola Mamreşê jî hedef hat girtin û derb lê hat xistin. Bi qasî ku hat zelalkirin di van çalakiyan de 2 leşker hatin kuştin. Artêşa Tirk mirî û birîndarên xwe rakir avahiya Gumrukê.
Heman rojê saet di navbera 05:45-06:45'an de, gerîlayên me bi çekên giran li leşkerên li dora girên Şehîd Rahîme, Şehîd Zerdeşt û Şehîd Karker bi cih bûbûn, xistin. Hejmara leşkerên mirî û birîndar nehat zelalkirin. Hêzên me saet di navbera 07:00-08:00 de ji 5 baskan ve li leşkerên li dora girê Şehîd Gafûr bi cih bûbûn, xistin. Di vê çalakiyê de hawan jî hatin bikaranîn û 5 ji roketên hawanê li cihê leşker lê bûn, ketin. Hejmara mirî û birîndarên leşkeran nehat zelalkirin.
Hêzên me danê nîvro jî saet di navbera 12:30-13:00 de bi çekên giran li çeperên li girê Leylekê xistin.
Piştî çalakiyê, balafirên şer ên artêşa TC bombe li herêmên Mergê, Dola Zeytê, Xapuşkê, Girê Xwedê, Girê Şehîd Faraşîn û Girê Şehîd Dîren barandin. Her wiha qereqolan jî bi obus, hawan, tank û topên mîsket bombe li van herêman barandin.
3 GERÎLAYAN JIYANA XWE JI DEST DAN
Di çalakiyên li vê derê de 3 gerîlayên me yên bi lehengî şer kirin, şehîd ketin. Agahiyên li ser nasnameyên hevalên me yên şehîd ketine, wê dûre bi raya giştî re werin parvekirin."