Gerîlayan li Bedlîsê çalakî pêk anîn

Gerîlayên HPG/YJA Starê roja 8'ê Gulanê li Bedlîsê li dijî artêşa Tirk çalakiyek pêk anîn. Di çalakiyê de leşkerek hat kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, li ser çalakiyên gerîla û êrîşên artêşa Tirk daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat gotin: "Roja 29'ê Tebaxa 2015'an, li derdora Girê Dogan ê li herêma Besta ya Şirnexê, 2 hevalên me yên bi erka xwe radibûn, tevî hemû hewldanên hesas, ji aliyê ajan-kontrayê bi navê Salîh Babat ve bi qelêşî hatibûn şehîdxistin. Li hemberî vî ajan-kontrayî, roja 29'ê Nîsanê li bajarokê Sêgirkê yê navçeya Şirnex Qilabanê, hêzên me çalakiyek pêk anîn. Tevî ku piştî çalakiyê li bajarok qedexeya derketina derve hat ragihandin jî, tîma me ya çalakî pêk anî, bi rengekî serketî vegeriya baregehên xwe.

Bila raya giştî û gelê Sêgirkê zanibe, ev çalakî li hemberî qetilkirina hevrêyên me hatiye lidarxistin û malbata Babat û cerdevanên Sêgirkê bi ti awayî hedef nehatiye girtin. Bi ti awayî cerdevan ne hedefa me ne. Lê belê ji ber ku vî şexsî hevrêyên me şehîd xist û di dijminatiyê de israr kir, hedef hatiye girtin. Li hemberî tevdan û provokasyonên dewleta Tirk a mêtînger, divê gelê me hişyar be."

Daxuyaniya HPG'ê bi vî rengî dewam kir:

LI BEDLÎSÊ LEŞKEREK HAT KUŞTIN

"Roja 8'ê Gulanê saet di 19:15'an de hêzên me yên gerîla li hemberî leşkerên artêşa TC ên li girê Şehîd Bawer ê herêma Şehîd Mizgîn a Bedlîsê bi cih bûn, çalakiyek pêk anîn. Di encama vê çalakiya bi çekên ferdî hat kirin de leşkerek hat kuştin. Piştî çalakiyê artêşa TC bi hawan û çekên giran li derdorê da.

7'ê Gulanê saet di 21:00 de li bejahiya Alagoz, Marîno, Nizarê û Zozana Arî ya li herêma Neynikê ya navçeya Mûş Kopê artêşa TC tevî maşînên zirxî û sivîl dest bi operasyonê kir. Operasyon roja 8'ê Gulanê saet di 10:00 de bê encam ma û hêzên operasyonê xwe vekişandin.

BALAFIRÊN ŞER ÊN TIRK BOMBE LI METÎNA BARANDIN

Ji 7'ê Gulanê saet 22:00 heta 8'ê Gulanê saet 04:00, balafirên şer ên artêşa TC bombe li derdora Stuna û Dêrarê yên herêma Metîna barandin.

LI ŞEMZÎNANÊ LI DIJÎ LEŞKERÊN BI HELÎKOPTERAN HATIN DAXISTIN, ÇALAKIYA BI ÇEKÊN GIRAN

Roja 8'ê Gulanê saet di navbear 11:30 û 12:30 de helîkopterên bi tîpa Skorsky hewl dan leşkeran deyne derdora girê Genîş ê li Şemzînanê. Hêzên me yên gerîla li vê derê bi çekên giran çalakî pêk anîn. Her wiha li helîkopterên ji bo destwerdanê hatin dan û helîkopterên derb xwarin neçar man xwe vekişînin."