Gerîlayan li Bakurê Kurdistanê çalakiyên bi bandor li dar xistin

Li hember êrîşên artêşa Tirk gerîlayan li Colemêrg, Şirnex, Wan, Dêrsim, Çewlik, Sêrt, Qers û Îdirê çalakiyên bersivdanê pêk anîn. Di çalakiyan de gelek leşker hatin kuştin.

Li hember êrîşên artêşa Tirk gerîlayan li Colemêrg, Şirnex, Wan, Dêrsim, Çewlik, Sêrt, Qers û Îdirê çalakiyên bersivdanê pêk anîn. Di çalakiyan de gelek leşker hatin kuştin.

COLEMÊRG

HPG’ê diyar kir ku gerîlayan li Colemêrgê hin rêze çalakî pêk anîne û got: “5’ê Îlonê saet 06.00 li hember qereqola Goman a girêdayî navçeya Şemzînan a Colemêrgê gerîlayên me yên YJA Star çalakiyeke sabotajê pêk anîne. Di vê çalakiyê de leşkerek hat kuştin. Di heman wextî de hêzên me yên gerîla bi çekên giran li qereqolê dane. Li vir hejmara mirî û birîndaran zelal nebûye.

4’ê Îlonê saet di navbera  20.00 - 00.00 de hêzên gerîla rêya di navbera Şemzînan û Geverê ya girêdayî Colemêrgê girtine. Hêzên me yên gerîla li vir nasname kontrol kirine û der barê pêvajoyê de gel agahdar kirine.

5’ê Îlonê saet di navbera 17.30 - 19.00’an de hêzên me yên gerîla li sêgoşeya Wan-Colemêrg-Gever rê girtin û kirin bin kontrolê. Li vir piştî kontrola nasnameyan der barê pêvajoyê de gel hat guhdarkirin.

5’ê Îlonê saet di navbera 16.00 - 16.30’an hêzên me yên gerîla li hember qereqola Bêdewê ya girêdayî navçeya Şemzînan a Colemêrgê çakiyeke sûîqestê pêk anîn û leşkerek hat kuştin. Gerîlayên me li leşkerên ku li derdora cenazeyê leşker kom bûne dane û li wir du leşkerên din jî kuştine. Piştî çalakiyê qereqolê bi çekên giran derdora xwe rasterast gulebaran kiriye.

4’ê Îlonê saet 00.10'an gerîlayên me yên YJA Star li hemberî îstasyona bazê ya Vodafone û Avea ya di navbera qereqolên Bêdewê û Salara de yên li herêma Şemzînan a Colemêrgê çalakiyeke sabotajê pêk anîn. Îstasyona bazê bi temamî hatiye îmhakirin.

Li qada Geliyê Doskî yê girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê di navbera hêzên me yên gerîla û artêşa T.C de pevçûn didomin. Artêşa T.C  a bi awayekî zêde hêz teqwiyeyî heremê dike, hewl dide di çarçoveya dagirkirinê de pêşde biçe. Di çarçoveya pevçûn û çalakiyan de;

5’ê Îlonê saet ji 10.00'an heta êvarî helîkopterên Kobra qada Geliyê Doskî bombe kirine. Heman rojê saet 16.00’an li hember konvoya piraniya wê wesayîtên zirxî ku dixwest bikeve qada Geliyê Doskî hêzên me yên gerîla çalakiyek li dar xistine û pevçûnan rû daye. Pevçûnên rû dan heta êvarî saet 19.00’an dewam kirine û artêşa T.C ji ber derbên bi bandor ên gerîlayên me neçar maye vekişe. 6’e Îlonê (îro) pevçûnên danê sibehê dijwar bûn heta saetên nîvro dewam kirine. Pevçûn ku dem dem dewam dikin, gerîlayên bi awayekî bi bandor li qereqolên Tepê Remo û Tepê Çete xistine.

Di nav herêmê de qereqolên Oremar, Şitaza, Bezelê, Sineva, Tepê Remo û Tepê Çete qada Geliyê Doskî bi awayekî zêde bombe kirin. Di encama bomberdûmana artêşa T.C de şewata li qada Geliyê Doskî destpê kir didome.

5’ê Îlonê saet di navbera 11.00 - 12.00’an de hêzên me yên gerîla li hember qereqola Erîş a girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrgê (xeta sînorê Zapê) bi hawanan çalakiyek li dar xistin. Di vê çalakiyê de qereqol bi awayekî zêde hatiye hedefgirtin, 8 wesayîtên zirxî hatine derbkirin, ji ber hawanên li qereqolê ketine şewat derketiye. Di encama şewatê de saet 11.30 di avahiyê de teqîneke mezin rû daye û şewat heta saet 19.30 dewam kiriye. Di encama çalakiyê de hejmara mirî û birîndaran zelal nebûye; wesayîtên zirxî yên ji qereqola Serê Sevê hatine mirî û birîndar rakirine.”

HPG’ê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser van xisûsan:

HEFTANÎN

“5’ê Îlonê saet di navbera 17.30 - 18.00’an de li hemberî artêşa Tirk a xwe li Şehîd Kendal li sînorê herêma Heftanînê ya girêdayî Herêmên Parastina Medya ye bi cih kiribû gerîlayên me bi çekên giran çalakiyek pêk anîn. Hejmara mirî û birîndaran nehat zelalkirin.

5’ê Îlonê saet 09.30'an û saet 15.00'an gerîlayên me li hemberî artêşa TC a xwe li herêma Şehîd Kendal bi cih kiribûn çalakiyek sûîqestê pêk anîn û 2 leşker hatin kuştin.

ŞIRNEX

5’ê Îlonê saet navbera 13.00 - 15.00’an di navbera Şirnex û Çelê de tevgera helîkopterên Kobra zêde bûn. Dîsa saet di navbera 13.00-13.30’an de li hember wesayîteke zirxî ya diçû qereqola Elemûn a li xeta sinorê herêma Metîna ye, gerîlayên me bi çekên giran çalakî pêk anîn û wesayîta zirxî derbe kirin.

SÊRT

4’ê Îlonê saet 22.00'an artêşa TC li derdora îstasyona bazê ya li navenda navçeya Berwarî ya bajarê Sêrtê kemîn danîn. Dema hêzên me diçûn wezîfeyê ev kemîn ferq kirin û ji mesafeyek nêz ve bi awayekî bi bandor lê dan. Di encam de 2 leşker hatin kuştin.

WAN

Di 5’ê Îlonê saet 21.00'an gerîlayên me îstasyonek bazê ya girêdayî qereqolê dixebitî û di heman demê de karê Turkcell, Vodafone û înternetê dikir a nêzî qereqola Hespîstanê ya girêdayî navçeya Elbak a Wanê ji xwe re kirin hedef û bi çalakiyek sabotajê îmha kirin.

ÊLIH

3’ê Îlonê ber danê êvarî li hember qereqola Şkefta ya li navenda Êlihê ye, çalakiyek sûîqestê pêk hat û leşkerek hat kuştin yek jî hat birîndarkirin.

4’ê Îlonê artêşa TC di navbera gundên Til Hesen, Qermût û Bagas ên girêdayî navçeya Kercosê ya Êlihê dest bi operasyonê kirin. Saet 12.00’an pêgeroka hewayî ya bêmirov cihê hevalên me keşif kirin û di operasyona bi wesayîtên zirxî ve berdewam dikir veguherî pevçûnê. Piştî pevçûnê gerîlayên me bi manevrayê xwe ji qadê dûr xistin, lê der barê leşkerê mirî û birîndar de agahiyên zelal nînin.

Gel li hemberî vê operasyonê xwedî bertek bû û xwest derbasî qada pevçûnê bibe, lê leşker bûn asteng. Ji ber serhildanên li gundên navçeya Kercosê, leşkeran rojek herêm dorpêç kirine.

Şeva 4’ê Îlonê bi 5’ê Îlonê ve girê dide li hemberî 2 bîrên petrolê yên Tupraşê yên navbera gundên Eynel Romî û Şkeftan a navçeya Kozlukê ya Êlihê gerîlayên me çalakiyek sabotajê pêk anîn û her du bîr jî îmha kirin.

5’ê Îlonê saet 20.00'an li hemberî îstasyonek bazê ya Turk Telekomê ya girêdayî gundê Timok a navçeya Kozlukê ya Êlihê gerîlayên me çalakiyek sabotajê pêk anîn û di encam de ev der îmha kirin.

ÇEWLIG

5’ê Îlonê saet navbera 19.00-20.00’an gerîlayan rêyên Çewlig-Elezîz xistin bin kontrolê û nasnamê nêzî 400 wesayîtî kontrol kirine. Dema kontrolê wesayîteke polîsên sivîl paş ve reviyaye ji bo hişyariyê hinek gule hatin reşandin. Piştî ji wesayîtê bi çekan bersiv hat, di demek kurt de xwediyê wesayîtê ji qadê dûr ketin. Êvarî 3 panzer hatin cihê bûyerê, ew jî bi lêdanek bandor hatin dûrxistin. Hêzên me 3 kamerayên mobeseyê jî îmha kirin û vekişiyan baregehên xwe.

5’ê Îlonê saet di navbera 21.00-23.00’an de li nêzî gûndê Çanê yê girêdayî Çewligê ye di rêya Çewlig-Erziromê de gerîlayên me kontrolên nasnameyan kirin.

ÎDIR

5’ê Îlonê saet di navbera 13.50-14.40 û êvarî 21.00-22.00’an artêşa T.C bi balafirên şer û 2 helîkopterên Kobra li hember herêma Pirekorê ya girêdayî bajarê Îdirê êrîşeke hewayî pêk anî. Li gel vê jî, li hinek cihên wê yên stratejîk de yekîneyên artêşa T.C ên veşartî hene.

QERS

5’ê Îlonê saet navbera 15.00-16.00’an de artêşa T.C ji navçeya Qamûşanê ya bajarê Qersê bi A-4 û tankan li eraziyên derdor da. Di 6’ê Îlonê saet navbera 06.30-09.00’an de li vê qadê pêgerên hewayî yên bê mirov geriyane.

5’ê Îlonê saet 18.00'an gerîlayên me li rêya navbera navçeya Qamûşanê ya Qersê û Erziromê kontrolê nasnameyan kirin. Ji nêzî 50 wesayîtan re der barê pêvajoyê de agahî dan. Di encamên kontrolan de hate tespît kirin ku 5 TIR’ên gaza xwezayî barkirî aîdî dewletê ne û hatin şewitandin.

DÊRSIM

5’ê Îlonê saet 19.00'an Tîma Tevgera Taybet li daristana Sîpîkê ya girêdayî navçeya Mazgîrtê ya Dêrsimê tîma gerîlayên me yê ku diçûn wezîfeyê ferq kirin û di 20 metreyî de pevçûnê rû da. Ji vê pevçûnê tîma gerîlayên me bi saxlemî vegeriyan baregehên xwe, lê der barê mirî û birîndarên polîsan de agahî nehatin bidestxistin.

Ji 17’ê Tebaxê û vir ve rêyên Dêrsim-Erzîngan û Dêrsim-Pilûr di bin kontrola hêzên me de ne.

GERÎLAYÊ BIRÎNDAR JIYANA XWE JI DEST DA

HPG’ê diyar kir ku gerîlayê di çalakiya navenda Dêrsimê de birîndar bibû jiyana xwe ji dest daye û ev xisûs diyar kir: “Di navbera çalakiya 4’ê Îlonê li navenda Dêrsimê de ku 2 gerîlayên me bi însîyatîfa xwe pêk anîbûn Fermandariya me ya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel daxuyaniyek weşandibû. Di çalakiya li hember polîsên AKP’a faşîst ên dijî gelê me êrîş û hovîtiyan dikin pêk hat, 2 gerîlayên me bi cesaret û ruhekî fedayî dilsoziya xwe nîşan dan û wek xwedî seknekê berxwedana xwe nîşan da. Di pevçûnê de hevalê me Rêzan Erzurum şehît ket, hevalê me Brûsk Dêrsim jî bi birîndarî esîr ket. Hevalê me Brûsk Dêrsim tevî hemû mudaxeleyan jî nehat rizgarkirin û jiyana xwe ji dest da. Em bawer in wê malbata wî ya hêja û gelê me li şehîdên xwe yên bi ruhê fedayî berxwedan pêş xistin xwedî derkevin. Em soz didin ku em ê ji bo bîranîna şehîdên xwe têkoşîna xwe bigihînin serketinê.

AGAHIYÊN NASNAMEYÊ

Agahiyên nasnameya gerîlayê jiyana xwe ji dest daye wiha ye:

Nasnav: Brûsk Dêrsim

Nav-Paşnav: Baran Çetînkaya

Cihê Jidayikbûnê: Dêrsim

Navê dayik-bav: Fadîme - Mehmet

Cih û dîroka şehadetê: 6’ê Îlona 2015 / Dêrsim