Gêrîlayan keyayek yê gund desteser kir

Gêrîlayan keyayek yê gund desteser kir

Hate ragihandin ku, dema gêrîlayan li bejahiya navçeya Şaxê ya Wanê rê kontrol dikirin, keyayê gundekî desteser kirin.

Li gorî îdîayan, duh di demjimêrn 16.00’an de mînîbûsek ya diçû gundê Çelîk yê 30 kîlometreyan dûrî navçeya Şaxê hate rawestindin. Gêrîlayên ku rêwî anîn xwar, keyayê gundê Çelîk Tahir Ozgun û birayê wî Haydar Ozgun desteser kirin. Hate diyarkirin ku, piştî demekê gêrîlayan li nêzî sînor Haydarhan Ozgun serbest berda.

Hate hînbûn ku, piştî bûyerê artêşa Tirk li herêmê operasyon da destpêkirin.