Gêrîlayên HPG’ê di ser şantiyekî ocaxa kumirê ya şîrketekî taybet ya li bajarokê Bêspîn ya navçeya Silopiyê de girtin, makîne û wesayîtên li vir şewitandin.
Li gorî agahiyan, gêrîlayên HPG’ê li ser şantiyeyekî ocaxa kumirê ya aydê şîrketekî taybet ku li herêma Uçkardeşlerê ya li qûntarên Çiyayê Cûdiye û 15 kîlometreyan dûrî Bajarokê Bêspîn ya navçeya Silopiye de girtin.
Gêrîlayên ku demekê ji karkeran re axivîn, 4 makîneyên kar û kamyonek şewitandin, piştre ji cihê bûyerê dûrketin.