Gerîlayan carek din avêt ser qereqola Karataşê

Gerîlayan carek din avêt ser qereqola Karataşê

Gerîlayên HPG’ê piştî 4 rojan careke din avêtin ser Qereqola Karataş a li navçeya Çelê ya Colemêrgê. Gerîlayan îro sere sibê li hemberî vê qereqolê êrîşek bi çekên lûledirêj li dar xistin.

Piştî çalakiya gerîlayan, artêşa Tirk ji qereqolên li herêma Darsinkî û qereqola bi jimara 49’yê herêmên sînor topbaran kirin. Der barê encama çalakiya gerîlayan de tu agahî nehatin bidestxistin.