Gerîlayan 2 polîs û 3 leşker kuştin

Çalakiyên gerîlayan her kû diçe berbelav dibe. Di çalakiyan de 2 polîs, 3 leşker hatin kuştin û her wiha panzerek jî hate derbkirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkîldarî çalakiyên gerîlayan ên ku her diçe zêdetir dibe, daxuyaniyek nivîskî weşand. HPG’ê destnîşan kir ku 6’ê Tîrmehê saet 22.00’an gerîlayan ji du baskan ve li hember navenda navçeya Mîksê ya Wanê çalakî li dar xistine û wiha dom kir: “Baskê yekem avahiyên Qeymeqamî û Emniyetê kirin hedef, bi çekên navîn û ferdî lê dan. Qeymeqemtî bi roketavêjan bi awayekî bi bandor hatiye hedefkirin, panzerek jî hatiye derbkirin.

Baskê duyem jî Tabûra Leşkerî kirin hedef û bi awayekî bandor lê dane. Li vir çeperek hatiye rûxandin, şerekî demkurt jî qewimiye. Bi gelek ambûlansan ve mirî û birîndar rakirine nexweşxaneya Wanê. Li vê herêmê yekîneyên artêşa TC dest bi operasyonê kirine. Midûriyeta Emniyetê der heqê cerdevanên gundê Nûîsê de ji ber tevlî vê operasyonê nebûne lêpirsîn dane destpêkirin, her wiha çekên wan jî desteser kirine.

Her çiqasî hejmarek zêde mirî û birîndar di vê çalakiyên de çêbûbûn jî ev hejmar nehatiye zelalkirin. Qasî ku bi çav hatiye dîtin 2 polîs hatine kuştin. Ev çalakî ji bo bîranîna hevalên Şehîd Avaşîn û Şehîd Simko hatiye lidarxistin.”

HPG’ê ragihand ku 8’ê Tîrmehê saet 12.00’an gerîlayan li hember yekîneyên artêşa Tirk ên li girê Çeper ê girêdayî tabûra Elkê xwe bi cih kiribûn çalakiya sûîqestê li dar xistine, di çalakiyê de leşkerek hatiye kuştin.

HPG’ê têkîldarî çalakiyên li Elezîz û Amedê jî ev agahî parve kirin:

“6’ê Tîrmehê saet 11.20’an hêzên me li dijî qereqola Bêrik a girêdayî Elezîzê çalakiyek li dar xistin. 4 leşkerên ku li derveyî qereqolê bi awayekî bi bandor hatine hedefkirin, 2 leşker mirin, 2 jî birîndar bûn. Dîsa li hemberî qereqolê jî çalakî hate lidarxistin, lê hejmara mirî û birîndaran nehatiye zelalkirin.

7’ê Tîrmehê saet 19.00-20.00’an gerîlayên me rêya mabeyna navçeyên Licê-Pasûr ên Amedê xistine kontrolê. Nêzî 40 wesayît li vir kom bûne, têkîldarî pêvajoyê gel hatiye agahdarkirin. Cerdevanên gundên Şêxbûba, Hêrta û Kuyê yên girêdayî Pasûrê û leşkeran ketober gule li qada çalakiyê reşandin, piştî çalakiyê jî mabeyna hêzên gerîlayên me û leşkeran de şerekî demkurt pêk hatiye. Gerîlayên me yên çalakî li dar xistin bi awayekî saxlem vegeriyan bargehên xwe.”