Gerîlaya YJA Starê Çelîk li Bismilê hate veşartin

Gerîlaya YJA Starê Nûda Sason (Suleyha Çelîk) a ku li Ebexa Wanê di şer de şehîd bûbû, li Bismilê hate veşartin.

Gerîlaya YJA Starê Nûda Sason (Suleyha Çelîk) a ku di 5’ê Tebaxê de li Ebexa Wanê di şer de şehîd bûbû, li navçeya Bismilê ya Amedê bi merasîmekê hate veşartin.

Malbata Çelîk çûbû Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Yuzuncu Yilê ya Wanê û cenazeyê Çelîk teşxîs kiribû.

Cenazeyê ku ji aliyê malbatê ve hate teşxîskirin anîn Taxa Seyrantepe ya Bismilê. Piştî vecîbeyên olî cenaze hate veşartin.