Gerîla Zagros bi girseyî spartin axê

Gerîla Zagros bi girseyî spartin axê



Gerîlayê HPG'ê Misleh Kara (Zagros) ku ku ji ber binpêkirinên mafên mirovan û zextên polîsan çiyayên Kurdistanê û jiyana xwe ji dest da li Bajaroka Şêxanê ya navçeya Qilabana Şirnexê bi girseyî hate definkirin. Hate zanîn ku leşkeran posterê Kara desteser kirin.

Cenazeyê gerîlayê HGP'ê Misleh Kara (Zagros) ku di operasyona li gundê Şitazin û Oremarê pêk hat de jiyana xwe ji dest da li Bajaroka Şêxan a Qilabanê bi girseyî hate definkirin. Malbata Kara û rêveberên MEYA-DER'e piştî ceazeyê Kara duh ji Meletiyê wergitin, bi karwaneke mezin li navçeya Hezexê hate pêşwazîkirin. Konvoya cenazeyê Kara li Bajaroka Qesrikê ya Cizîrê ji aliyê hezaran kesan ve hate pêşwazîkirin. Polîsan jî bi maşîneyên zirxî tedbîrên mezin girtin. Polisan karwan rewestand û di maşîneyan de lêgerîn pêk anî. Polîsan di lêgerînê de maşîneyek ji Nisêbînê bi hinceta ewraq kêm e maşîne desteser kir.

Piştî cenaze hate bajaroka Qesrikê maşîneyên zirxî û TOMA'ayan girse rawestand û dîsa lêgerîn pêk anî. Karwan cenaze piştî di gelek noqteyên lêgerînê re derbas bû gihişt Bajaroka Şêxan. Piştî cenazeyê Kara li gel hemû astengiyan bi konvoyek mezin gihişt Şêxan, bi sedan polîs û leşkeran bi maşîneyên zirxî û TOMA'yan derdor pêça û girsê di bin siya polîs û leşkeran de cenaze birin gund. Girsê li gel dorpêça polîsan dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "PKK gel e, gel li vir e" û "PKK biçe eniyê" qêtiyan. Di mersima cenazeyê Kara de rêveberên BDP'ê Bakî Katar, endamên meclîsan ên şaredariyên BDP'yî u gelek kesên din amade bûn. Girsê darbesta Kara dan ser milê xwe û xwestin heta goristanê ya kîlomereyekê dûrî bajar e bimeşin. Lê dîsa polîsan xwest asteng bike. Girsê piştî wecibeyên olî cenazeyê Kara li goristana bajarokê defin kir. Pişti definkirinê ji bo kesên di têkoşîna aştî û demokrasiye rêz hate girtin.

Piştî merasima definkirinê Serokê BDP'a Şirnexê Bakî Katar, anî ziman ku ew têkoşîna jiyanek azad didin û wiha got: "Dê roj bê emê polîtikaya înkar û îmhayê têk bibin."

Xwişka Kara Aliye Kara jî got ku Kara roniya çavê wê û rûmeta wan e û wiha got: "Biraye min ne birayê min tenê yee. Şehîdê hemû Kurdan e.”

Girseyê piştî merasima cenaze heta mala şînê meş pêk anîn. Hate zanin ku berîya cenaze bê gund leşkeran wêneyê Kara yê li Konê şînê desteser kirin.