Cenazeyê gêrîlayê HPG'ê Aysel Dîk (Xemlîn Başkale) ya ku di pevçûna li herêma Oremar ya Colemêrgê jiyana xwe ji dest da li gundê Kanîreş yê navçeya Elbaka Wanê ji aliyê hezaran kesan ve hate definkirin.
Cenazeyê gêrîla Aysel Dîk (Xemlîn Başkale) ya ku di pevçûna li herêma Oremar ya Colemêrgê de jiyana xwe ji dest da duh li navçeya Tetwanê ya Bedlîsê piştî wecîbeyên olî bi cih anîn serê sibê ber bi navçeya Elbaka Wanê ve derxistin rê. Karwana cenaze li herêma Serelbak ya Elbakê ji aliyê sedan welatiyan ve hate pêşwazîkirin û ber bi gund ve derketin rê. Cenaze di ketina gundê Kanîreşê de ji aliyê gundiyan ve bi çepik û sloganan hate pêşwazîkirin. Piştî pêşwazîkirinê darbesta Xemlîn bi alên kesk, sor û zer hate girêdan. Darbesta gêrîla Xemlîn ji aliyê jinan ve hate hilgirtin û bi tevlîbûna hezaran kesan ber bi goristanê ve bi meşê derxistin rê. Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên gêrîlayên HPG'ê yên di pevçûnên cuda de jiyana xwe ji dest dan û gêrîla Xemlîn hatin hilgirtin û alên PKK'ê û KCK'ê hatin vekirin.
Di meşê de pankarta "Teslîbûn îxanet, berxwedan serkeftine û heta serkefinê berxwedan." hate vekirin û sloganên "Bijî Serok Apo", "Şehîd Namirin", "Ciwan cangoriyên Apo ne" û "Faşîst AKP" hatin berzkirin.
'DAYÎK DÊ HER TIM LI HEMBERÎ ERDOGAN BIN'
Endama Dayîkên Aştiyê Rukiye Aslan di merasîma cenaze da axivî û ji hemû welatiyên tevlî merasima cenaze bû spasî kir. Aslan, diyar kir ku ew hêvî dikin ku gêrîlayên jiyana xwe ji dest dan ên dawî bin û xwest ku operasyon rawestin. Aslan, anî ziman ku fermana mirinan Erdogan dide û dê her tim dayîk li hemberî wî li ber xwe bidin û wiha got: "Em dayîk dê her tim li ser piyan li hemberî vî şerî rawestin. Em dê ji bo zarokên xwe û welatiyên xwe yên girtî her tim berxwe bidin. Tu sûcê me tuneye ji bilî daxwaza mafên xwe. Em dê heta dawî di riya vê şehîdê de bin û dê xwedî li şehîdên xwe derbikevin."
'SERÊ ME DÊ HER TIM BILIND BE'
Dayîka gêrîla Xemlîn Beybun Dîk jî axivî û wiha got: "Tenê keça min nîne keça hemû Kurdistanê ye. Serê hemû Kurdistanê sax be." Bavê Xemlîn Zîhnî Dîk jî diyar kir ku dê serê wan her tim bilind be. Xwîşka gêrîla Xemlîn Gulcan Dîk jî diyar kir ku ew bi xwişka xwe serbilinde û wiha got: "Ev xwîşka min tenê nîne xwîşka hemû kesî û şehîda hemû kesî ye. Em nagirîn. Dema em bigirîn dê keyfa Erdogan bê. Çi qasî em bigirîn dê xwîşk û birayên me bimirin."
Piştî definkirian cenaze girse sersaxî li malbata gêrîla Xemlîn da.