Malbatên gerîlayê HPG'ê Yunus Mutlu (Tolhildan Urfa) li gel astengî û dorpêça polîsan bi girseyî spart axê. Dema Polîsan cenaze desteser kir welatiyan bi dirûşmeyan helwesta polîsan şermzar kir.
Di 21'ê adarê de li Çiyayê Cûdî yê Şirnexê di operasyonekê de gerîlayê HPG'ê Yunus Mutlu (Tolhildan Urfa) jiyan xwe ji dest dabû. Cenazeyê Mutlu li Goristana Bêkesan a Meletiyê spartibûn axê. Piştî testa DNA'yê malbatê çûn cenazeyê xwe wergirtin.
Malbata Mutlu duh çûn Meletiyê û piştî serî li rayedaran da cenazeyê Mutlu wergirtin anîn Wêranşarê ya Rihayê. Malbatê piştî duh cenaze wergirtin, li gundê Hirik ê Navçeya Wêranşarê ya Rihayê bi dirûşmeyan spartin axê. Malatê dema cenaze dibir Wêranşarê leşker û hêzên çevîk di ketina navçeyê de rê li pêş cenaze girtin û heta demekê cenazeyê Mutlu desteser kirin.
Leşker û tîmên taybet bi TOMA û maşîneyên zirxî heta gund çûn û dema cenazeyê Mutlu li gund spartin axê jî polîs û hêzên çevîk derdora goristanê dorpêç kir. Malbatê di bin dorpêça polîs û leşkeran de saet di 00.30 gihandin gund û welatiyan cenaze bi dirûşmeyên "Şehîd namirin" pêşwazî kir. Girseyê piştî cenaze pêşwazî kirin, helwesta polîs û leşkeran bi dirûşmeyên "Şehîd namirin", "Kurdistan dê ji faşizmê re bibe goristan" û "Ocalan" şermezar kirin. Girsê piştî cenaze wergirtin dirûşmeya "Çerxa şoreşê" xwendin. Girseyê piştî cenaze di dorpêça leşker û polîsan de spartin axê, rêz girtin û dûa kirin.