Gerîla Saroxan li Qamişlo ji aliyê dehhezaran ve hate birêkirin

Gerîla Saroxan li Qamişlo ji aliyê dehhezaran ve hate birêkirin

Ji sibeha Çarşemê de gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê li ser piyabû ji bo pêşwazîkirina cenazeya gerîlayê HPG'ê Delîl Seroxan. Ji ber biryarak li dijî gelê Kurd dewleta Turk berê cenazê ji deriyê Tel Al Abyed guhert û cenaze ji deriyê Bab Alhewa hat derbaskirin.

Di serî dê cenazeya gerîla Seroxan ji aliyê girseyek mezin ve li bajarê Til Temir hat pêşwazîkirin. Li bajarê Til Temir ji destpêka sibehê de gelê Hesekê û gundên li der dora Til Temir ser riya Dewlî li benda karwanê gerîla seroxan bûn.

Piştî Til Temir karwanê Seroxan berê xwe da bajarê Serêkaniyê. Li bajarê Serêkaniyê cenaze ji aliyê gelê Serêkaniyê ve bi awakî germ hat pêşwazî kirin. Li Serêkaniyê ciwanên kurd cenaze rakirin ser piya û li cihê peykerê serokê Sûrî yê berê Hafiz Al Ased danînin.

Di seat 4’an de cenaze gihaiş bajarê Dirbesiyê. Gelê Dirbêsiyê bi hemû beşen xwe ye civakê beşdarî merasîmê cenazê bûn. Kurd Ereb û Suryan...

Dem cenaze li bajarê Dirbêsiyê derbas dibû hin ciwanên Kurd Kevok berdan ezmanan û ji aliyekî di hin ciwanan fîşek ber ezmanan da. Ew jî wek namakê ji dewletên dagirkerê Kurdistanê go miletê Kurd ciqasî amadeye ji aşîtiyere zêdetir amadeyê ji her şerekî.

Seat 5’an de karwanê Seroxan giya bajarê Amûdê li Amûdê gelê kurd ji 7 salî heya 70’ê salî li bendî karwanê Delîl Seroxan bû. Gelê Amûdê cenazeya Serûxan rakirin û bi hezaran li pê cenaze meşiyan heya cihê pêkelê serokê sûrî yê berê Hafiz Al Ased ye go berî cend mehekî hatibû hilwişandin û cenazê gerîla Seruxan li ser danîn.

Dema karwanê gerîla Seroxan li bajarên rojavayê Kurdistanê derbas dibû dikandaran derabeyê xwe digirtin û her kesekî hestê xwe bi rengekî diyardikir dida nîşandan û bê navber dirûşmeyên şehîd namirin hatin berz kirin.

Nêzîka seat 6’an karwanê gerîlayê HPG’ê gihişît bajarê Qmişlo taxa Hilêliyê. Bi ala TEV DEM’ê û wêneyên Reberê Gelê Kurd Abdula Ocalan û weneyen gerilayan hetibû xemilandin. Li taxa Hilêliyê karwan ji aliyê 10 hezaran ve hat peşwazîkirin. Karwan bi girseyek mezin li taxên Qamişlo geriya û berê xwe da goristana bi navê Şehîd Delîl Seroxan. Nêzîka seat 10’ê êvarî merasîmê gerîla seroxan bi dawî bû. Li goristanê peyamên TEV Dem û malbatên şehîda û PYD hatin xwendin.