Gerîlayê HPG'ê Hayatî Olmez (Munzur Çelê) li Colemêrgê ji aliyê hezaran kesan ve bi dirûşimên "Şehît namirin" spartin axê.
Geîlayê HPG'ê Hayatî Olmez (Munzur Çelê) ku li taxa Valî Mithat Bey û Îstasyonê yên Wanê di 27'ê Tîrmehê de ji aliyê polîsan û tîmên taybet ve hate înfazkirin li Colemêrgê bi girseyî spartin axê. Malbatê piştî cenazeyê Olmez ji Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê wergirtin serê sibê anîn Colemêrgê. Cenazeyê Olmez di ketina Colemêrgê ji aliyê hezaran ve hate pêşwazîkirin.
Girseyê di merasimê de dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", 'Şehîd namirin", "Heval Munzur namire" berz kirin heta gundê Rindikê meşiyan. Di merasima cenaze ya gund de Parlementerê BDP'ê yê Wanê Ozdal Uçer, Rêveberên BDP'ê yên Colemêrgê Şaredarê Colemêrgê Fadil Bedîrhanoglu jî di navde bi hezaran kes amade bûn.
Di merasima cenaze de posterên gerîla Olmez hate vekirin. Girse piştî gihişt ser gorê dirûşmya "Çerxa Şoreşê" xwend. Piştî cenaze hate definkirin girseyê rêz girtin. Wekîlê Serokê BDP'ê Rahmî Kurt, anî ziman ku Olmez şehîdê Kurdistanê ye û wiha got: "Divê em di loza têkoşînê HPG'î Olmez xwedî derkevin."
Parlementerê BDP'e yê Wanê Ozdal Uçer jî wiha got: "Em dizanin şehîd namirin. Lê divê em li van şehîdan xwedî derkevin. Divê her kes xwedî wicdan be. Ez dibêjim bila serê gelê kurd û Birêz Ocalan sax be."