Gerîla li Amed û Mêrdînê çalakî li dar xist

Artêşa Tirk li hember şehîdgeh û herêmên gerîla êrîşên xwe didomîne, gerîlayan jî li Amed û Mêrdînê çalakî li dar xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkîldarî êrîşên dewleta Tirk û çalakiyên gerîla de daxuyaniyek nivîskî weşand.

LEŞKERÊN TAYBET ÊN AKP’Ê ÊRÎŞÎ ŞEHÎDGEHÊN ME DIKIN

HPG’ê diyar kir ku êrîşên hovanê yên derveyî mirovahiyê yên artêşa Tirk li hemberî şehîdgehan didome. HPG’ê wiha got: “AKP’e li hember hêzên me yên gerîla û berxwedana gelê me têk çû, bi leşkerên taybet êrîşî şehîdgehên me dike, gihiştiye lûtkeya faşîzmê. Li hember vê faşîzmê, pir aşkera ye ku hêzên me bê deng namînin."

WESAYÎTÊN ZIRXÎ HATIN ÎMHAKIRIN

Di daxuyaniya HPG’ê de wiha hat gotin: "6’ê Kanûnê saet 16.00’an gerîlayên me yên YJA-Star li navbera gundên Kerwên û Arbet ên girêdayî navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê li hember wesayîtek zirxî ya Kobra çalakiya sabotajê pêk anin. Di encama çalakiyê de wesayîta zirxî bi temamî hat îmhakirin; hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine zelalkirin. Piştî çalakiyê artêşa TC bi ambûlansan mirî û birîndarên xwe rakirin. Ev çalakiya me ji bo bersivdayina tecrîda li ser Rêbertiya me û êrîşên li hember gel ên di vê pêvajoya dawî di nav berxwedanê de ye hatiye lidarxistin."

Daxuyaniya HPG’ê wiha berdewam dike: 

LI HEMBER BESTA BOMBERDÛMANA HEWAYÎ Û BEJAHÎ

"3’ê Kanûnê saet 21.00-22.00’an balafirên şer ên Tirk; mintiqa Xirbikê ya girêdayî qadan Besta ya Botanê bomberdûman kir. Her wiha qereqolên Gundikê Mellê û Çelê Nimêja; qada Besta da ber obus û hawanan.

ARTÊŞA TIRK ŞEHÎDGEHA ŞEHÎD ROJHAT Û ŞEHÎD ZELAL XERA KIR

4’ê Kanûnê saet 01.00’an artêşa Tirk bi helîkopterên Skorsky li Sirtê Mewijka û Sirtê Givera leşker danîn û dest bi operasyonê kir. 6’ê Kanûnê artêşa Tirk bi tevlîbûna cerdevanên gundên Sêgirkê û Naviyana Şêxa, şehîdgehên Şehîd Rojhat û Şehîd Zelal bi temamî xera kir. Her wiha artêşa Tirk li vir ji gundê Xirbikê Besê jî 2 welatiyên sivîl binçav kir. Ev operasyon piraniya xwe bi tevlîbûna cerdevanan pêk hat.

2 LEŞKER HATIN KUŞTIN

7’ê Kanûnê saet 11.00’an dema konvoyek leşkerî di rêya di navbera navçeya Farqînê ya Amedê û Êlihê de ber bi qereqola Malabadî diçû, leşkerên di konvoyê de û ji wesayîtan daketin bûn hedef. Di encama lêdana de 2 leşker hatin kuştin.

OPERASYON DIDOME

Operasyona artêşa Tirk a 6’ê Kanûnê ji qereqola Bîlîcan a girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrgê destpêkir, hê jî didome. Li nêzî Girên Guvenlîk, Talisa, Şehîd Dunya, Şehîd Avareş û Bayrak artêşa TC yekîneyên veşartî bi cih kiriye û kemînan datîne. Her wiha li ser herêmê jî pêgerên hewayî yên keşfê digerin.

LI HERÊMÊN GERÎLA KEŞF DIDOME

7’ê Kanûnê saet di navbera 05.00-10.00’an, 20.00 û 8’ê Kanûnê (îro) 05.00’an de li ser herêma Zapê, heman rojan de saet 17.00-05.00’an li ser herêmên Garê û Avaşîn, pêgerên hewayî yên keşfê geriyan."