Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Fatma Sagin (Ezda Ararat) a ku di pevçûna li herêma Oremar a Colemêrgê jiyana xweji dest da li navçeya Bazîdê ya Agiriyê bi girseyî hate definkirin. Bavê Sagin Halît Sagin, xwest ku mirin bi dawî bibin û wiha got: "Bila êdî Serokwezîr Erdogan ji dest ji qetilkirina zarokên Kurdan berde heke ew jî dê vê xwînê de bixeniqe."
Cenazeyê gerîlayê HGP'ê Fatma Sagin (Ezda Ararat) a ku di êrîşa li dijî Qerqola Şitazin a li herêma Oremar a navçeya Geverê ya Colemêrgê jiyana xwe ji dest da li navçeya Bazîdê ya Agiriyê bi girseyî hate definkirin. Parlementerê BDP'ê yê Agiriyê Halîl Aksoy, Şaredara Bazîdê Canan Korkmaz, rêveberên BDP'ê û gelek welatiyan li duryana Ebexê karwan cenaze pêşweze kirin. Piştî cenaze birin mal û bi konvoyeke qelebalik birin navenda bajêrê. Li vir darbesta cenaze hate girtin û bi sloganên "Bijî Serok Apo","Şehîd Namirin", "Kurdistan dê ji faşîzmê re bibe gor" û "Qatîl Erdogan" birin Goristina navçeyê. Piştî rêzgirtinê Parlementerê BDP'ê Halîl Aksoy axivî û diyar kir ku mirinên pêk tê tu fêde nade aştiyê.
'AŞTIYA BI RÛMET BI BIRÊZ OCALAN RE DÊ ÇÊBIBE'
Aksoy, bal kişand ser nîqaşên li ser pirsgirêka kurd û wiha axivî: "Bi tu awayî tu nerimbûn tuneye. Tu kes mirinên her roj pêk tên nikare biveşêre." Aksoy, da zanîn ku aştî dê bi muzakereya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bê kirin pêk bê û wiha pê de çû: "Riya aştiya bi rûmet muzakereya bi Birêz Ocalan re derbas bide. Gelê kurd mafên bi dest xistin hemû bi xêra PKK'ê bi dest xistin. Heke îro em dibin wekîl û her roj şaredariyên me zêde dibin saya kesên li çiyayan e. Mirinan tu caran tu fêde nedan tu kesî. Ji ber vê yekê di vê hemû kes bibe yek li hemberî zilmê rawestê."
'BILA ERDOGAN ÊDÎ DEST JI QETILKIRINA ZAROKÊN KURDAN BERDE'
Bavê Gerîla Fatma Sagin (Ezda Ararat) Halît Sagin jî xest ku mirin bi dawî bibin û wiha got: "Êdî bila ev mirin bi dawî bibin. Min ji bo azadiya gelê kurd 2 zarokên xwe dan. Ez bi her du zarokên xwe serbilind im. Êdî bila Serokwezîr Erdogan dest ji qetilkirina zarokên kurdan berde heke ew jî dê di wê xwînê de bixweniqe."