Gerîla: Em ê hesabê komkujiyan ti carî li cem dewletê nehêlin
Gerîlayan diyar kirin ku bi komkujiya Roboskî re hewl hatiye dayîn çavên gelê Kurd bê tirsandin û di roja îro de jî komkujiyên bi heman armancê li qadên xwerêveberiyê tên kirin. Gerîlayan gotin, "Em ê hesabên komkujiyan li cem dewletê nehêlin.
ANF
BEHDÎNAN
yekşem, 27 berfanbarê 2015, 07:04
Gerîlayên HPG û YJA Starê diyar kirin ku bi komkujiya Roboskî re hewl hatiye dayîn çavên gelê Kurd bê tirsandin û di roja îro de jî komkujiyên bi heman armancê li qadên xwerêveberiyê tên kirin. Gerîlayan gotin, "Em ê hesabên komkujiyan li cem dewletê nehêlin.
Gerîlayên HPG/YJA Starê ji ber 4. salvegera komkujiya Roboskî ji ANF'ê re axivîn û biryardariya xwe ya ji bo hesabpirsînê nîşan dan.
KOMKUJIYA ROBOSKÎ WÊ BIBE SEDEMA SERKETINA GELÊ KURD
ŞAYAN ZAGROS: Komkujiya Roboskî ket sala çaremîn. Di şexsê şehîdên Roboskî de em hemû şehîdan bibîr tînin vê komkujiyê şermezar dkiin. Komkujiya Roboskî wê ji bo me Kurdan her tim weke êşekê bibe sedema serketina gelê Kurd. Salan 2016'an jî wê bibe sala azadiya gelê Kurd.
DEWLETÊ BI KOMKUJIYÊ RE XWEST ÇAVÊN GEL BITIRSÎNE, GEL JÎ BI SERHILDANÊ BERSIV DA
SERHILDAN QELQELÎ: Di şexsê şehîdên Roboskî de em hemû şehîdan bibîr tînin û soza bilinkirina têkoşîna wan dubare dikin. Komkujiya li Roboskî qewimî, di dîroka Kurdistanê de ne ya destpêkê ne jî ya dawî bû. Di dîroka Kurdistanê de komkujiyên weke Dêrsim, Mereş, Geliyê Zîlan jî qewimîn. Her wiha gelek komkujiyên din jî rû dan. Kujer û berpirsyarê komkujiya Roboskî Erdogan e. Ji ber vê yekê em bang li gelê Roboskî, tevahiya gelê Kurd û hemû hêzên demokratîk ên li Tirkiyeyê dikin, ku hesab ji kujeran bipirsin. Ji bo vê jî pêwîste têkoşîn were xurtkirin. Weke gerîlayên Kurdistanê em jî soza xwe dubare dikin, ku hesab ji kujeran bê pirsîn û bên cezakirin, em ê erka xwe pêk bînin. Bi komkujiya Roboskî re xwestin mesajekê bidin gel. Ji ber ku têkoşîna gelê Kurd di salên 2011-2012'an de gav bi gav xurt dibû. Heta roja îro xwestin bi komkujiyê re çavên gel bitirsînin. Gelê Kurd jî bi serhildanan xwedî li têkoşîna xwe derket û êrîşên dewleta Tirk pûç kir.
EM Ê HESABÊ KOMKUJIYA ROBOSKÎ BIPIRSIN
EKÎN AZERÎ: Di şexsê şehîdên Roboskî de em hemû şehîdan bibîr tînin û soza bilindkirina têkoşîna wan dubare dikin. 28'ê Kanûnê roja rûdana Komkujiya Roboskî ye. Di dîroka Kurdistanê de komkujiyên Dêrsim, Enqere û Pirsûsê jî rû dan. Em jî weke gerîalyên Kurdistanê ti carî li hemberî van komkujiyan bêdeng namînin. Ji ber vê yekê ez komkujiyên dewleta Tirk şermezar dikim. Heta îro jî xwestin bi komkujiyê re çavên gel bitirsînin. Gelê Kurd jî bi serhildanan xwedî li têkoşîna xwe derket. Em ê hesabê komkujiya Roboskî bipirsin.
DEWLET ÎRO JÎ HEWL DIDE LI QADÊN XWERÊVEBERIYÊ KOMKUJIYAN BIKE
DR. RÛBAR MEREŞ: Di şexê şehîdên Roboskî de em hemû şehîdan bibîr tînin. Tê zanîn; dîroka Tirkan dîrokeke komkujiyan e. Di dîroka Kurdan de komkujiyên Dêrsim, Geliyê Zîlan, Mereş, Amed û Enqere hatin serê gelê Kurd. Îro jî dewleta Tirk hewl dide li Farqîn, Cizîr, Sûr, Nisêbîn û Dêrikê komkujiyan bike. Pêwîste em van rast bibînin û li gorî wê têkoşînê mezin bikin.
LI HEMBERÎ HER ŞÊWE ÊRÎŞAN EM Ê GELÊ XWE BIPARÊZIN
CEYLAN KOŞKIRAN: Di sala 2011'an de li Roboskî zarokên Kurd hatin qetilkirin. Xwestin berpirsyariya vê komkujiyê bixin stuyê tevgera azadiyê. Rastiya dewleta Tirk tê zanîn û pêwîste hemû aştîxwaz li gorî vê rastiyê xwe birêxistin bikin. Em jî weke gerîlayên Kurdistanê, li hemberî hemû êrîşan em ê gelê xwe biparêzin.
GEL Û PARTIYA ME TI CARÎ LI HEMBERÎ ÊRÎŞAN SERÎ NETEWANDINE
CANFEDA GOYÎ: Di şexê şehîdên Roboskî de hemû şehîdan bibîr tînim û vê komkujiyê şermerzar dikim. Heta roja îro jî xwestin bi komkujiyan re çavên gel bitirsînin. Gelê Kurd jî bi serhildanan xwedî li têkoşîna xwe derket û êrîşên dewleta Tirk pûç kir. Li hemberî van êrîşan ne partiya me ne jî gelê me ti carî serî netewandine. Weke gerîlayên Kurdistanê em ê jî li hemberî van êrîşan gelê xwe biparêzin.
DEWLET HETA ROJA ÎRO JÎ DIXWAZE BI KOMKUJIYAN RE ÇAVÊN GEL BITIRSÎNE
ARMANC TEKMAN: Di şexsê şehîdên Roboskî de hemû şehîdên têkoşîna azadiyê bibîr tînim. AKP'ê xwest, heta roja îro jî bi komkujiyan çavên gel bitirsîne. Gelê me jî bi serhildana hem xwedî li têkoşîna xwe derket, hem jî êrîşên dewleta Tirk pûç kir. Weke gerîlayên Kurdistane em ê jî gelê xwe li hemberî hemû êrîşan biparêzin.
EM Ê TI CARÎ HESABÊN VAN KOMKUJIYAN LI CEM DEWLETA TIRK NEHÊLIN
AVÎNAR HEREKOL: Komkujiya Roboskî şermezar dikim û di şexsê şehîdên Roboskî de hemûı şehîdan bibîr tînim. Komkujiya li Roboskî qewimî di dîroka Kurdistanê de ne ya destpêkê û ne jî ya dawiyê bû. Li Dêrsim, Geliyê Zîlan û herî dawî li Enqereyê komkujî qewimîn. Her wiha li gelek deverên din jî çêbûn. Îro jî dewleta Tirk hewl dide li Farqîn, Cizîr, Sûr, Nisêbîn û Dêrikê komkujiyan bike. Di navbera gerîla û ciwanên Roboskî de ti cudahî nîne. Komkujiya li hemberî Roboskî hat kirin, di rastiya xwe de li dijî gelê Kurd bû. Yekane hêza ku îro dikare êrîşên dewleta Tirk bişikîne, PKK ye. Weke gerîlayên Kurdistanê em ti carî hesabê van komkujiyan li cem dewleta Tirk nahêlin. Em ê tola wan hilînin. Em ê gelê xwe li hemberî êrîşan biparêzin.