Gêrîla Dozger bi girseyî hate definkirin

Gêrîla Dozger bi girseyî hate definkirin

Cenazeyê gêrîla Mehmet Vasil Çelîkê (Dozger Amed) ku di pêvçûna di 21'ê Adarê de li Çiyayê Cûdî ya Şirnexê de jiyana xwe ji dest dabû û li Meletiyê li goristana bêkesan de hatibû veşartin ji aliyê malbatê ve hate girtin û li cem gora xwarziyê wî Hakan Koçer ku di 26'ê Pûşberê de dema li Gundê Ûzûnsirta girêdayî Gevera Colemêrgê leşkerî dikir bi awayekî bi guman mirî hatibû dîtin, hate veşartin.

Cenazeyê gêrîlayê HPG’ê Mehmet Vasil Çelîk (Dozger Amed) ku di encama pêvçûna di 21'ê Adarê de li Çiyayê Cûdiyê ya Şirnexê pêk hat de, tevî 4 hevalên xwe jiyana xwe ji dest dabû û li Meletiyê li Goristana Bêkesan hatibû veşartin ji aliyê malbatê ve hate girtin. Cenazeyê gêrîla Dozger nêzî di demjimêr 01.00'an gehişt Gundê Karhîdîcleyê ya Navçeya Bismîla Amedê û li vi ji aliyê bi hezaran welatî hate pêşwazîkirin û birin mala malbata Dozger. Cenaze heta sibê li vir hate girtin û serê sibê li Goristana Gundê Karhîdîcleyê hate veşartin.

Di merasîmê de Parlementera BDP'ê ya Amedê Nûrsel Aydogan, Hevseroka BDP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut, Seroka Şaxa MEYA-DER'a Amedê Leyla Ayaz, Şaredara Bismilê Cemîle Emînoglû, Hevserokên BDP'ê ya Bismîlê Nîzamettîn Azad, Yasemîn Şehmusoglû, rêvebir û serokên BDP'ê yên navçeyên Rezan û Peyasê û bi hezaran welatî cihên xwe girtin. Bi hezaran kes darbesta gêrîla Dozger ya bi alên PKK'ê hatibû xemilandin li ber mala malbatê girtin ser milan û heta goristanê meşiyan. Di meşê de girse alên PKK'ê û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan hilgirtin û dirûşmeyên wekî "Bijî Serok Apo", "Şehîd namirın", "Kujer Erdogan", "PKK tolhildan" û "Ey şehîd çeka te li erdê namîne" berz kirin.

GÊRÎLA DOZGER Û KOÇERÊ LEŞKER LI CEM HEV HATIN DEFINKIRIN

Cenazeyê gêrîla Dozger li cem gora xwarziyê wî Hakan Koçerê ku dema li Gundê Ûzûnsirta girêdayî Navçeya Gevera Colemêrgê di 26'ê Pûşberê de bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dabû, hate veşartin. Piştî veşartinê ji bo bîranîna kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane deqîqeyek rêz hate girtin. Di merasîmê de Seroka Şaxa MEYA-DER'a Amedê Leyla Ayaz, diyar kir ku ji bo cenazeyê bigirin malbat bi mehan kedê û têkoşîn daye. Parlementera BDP'ê ya Amedê Nûrsel Aydogan jî anî ziman ku, Kurd dixwazin bi ziman û çanda xwe bijîn û diyar kir ku ji bo vê têkoşîna azadiyê dide. Aydogan bilêv kir ku ew dê di şopa ciwanên ku têkoşîna azadiyê dimeşînin û ji bo vê riya gelê kurd ronî dikin bimeşin û wiha got: " Ev erdnîgarî şahidî ji gorên komî, bîrên asîdan, şewitandina gundan û kuştinên kiryar ne diyar kir. Têkoşîna ku gelê kurd dide, dê tu carê bê encam nemîne. Di encama têkoşînê de gelê kurd teqez dê bigihêje azadiyê."

AYDOGAN: PKK'Ê DÊ TU CARÎ LI HEMBERÎ ARTÊŞÊ TÊK NEÇE

Aydogan diyar kir ku, wekî li Sûriyeyê kurdên li Tirkiyeyê jî dê bigihêjin azadiya xwe û wiha got: "Ez li vir li hemberî şehîd, Xweseriya Demokratîk ya li Sûriyeyê silav dikim. Dê kurdên li Tirkiyeyê jî xweseriya demokratîk a xwe bi dest bixin. Ez bang li hukumeta AKP'ê dikim, an tu yê xweseriya demokratîk a kurdan qebûl bike, an jî dê kurd ji bo azadiyê têkoşîna xwe bidomîne. Li Colemêrgê 10 rojin şer diqewime. PKK'ê dê tu carî li hemberî artêşê têk neçe. Hûn ne bi 10 hezaran, bi 100 hezaran artêşê jî derkevin pêşberî wan, hûnê li hemberî PKK'ê têk biçin. Hewce nake hûn vî karî dirêj dikin. Çiqas mirov bimire jî dê di dawiyê de hûnê Birêz Ocalan mûxatap bigirin, li ser masayekê tu û Birêz Ocalan rûnin û pirsgirêkê çareser bikin."

'XWARZIYÊ MIN Û BIRAYÊ MIN LI CEM HEV HATINE VEŞARTIN'

Piştî Aydogan birayê gêrîla Dozger, Şakîr Çelîk axivî û sersaxî ji gelê kurd xwest. Çelîk anî ziman ku, ji bo cenazeyê bigirin çend meh in zehmetiyan dikişînin û bang li hukumeta AKP, wezîr û parlementeran kir û wiha got: "Heke li cem we wîjdan hebe, vê pirsgirêkê çareser bikin, vê xwînê rawestînin. Vasil birayê min e, Hakan Koçerê ku mehek berê li leşkeriyê jiyana xwe ji dest da jî xwarziyê me ye. Her du jî jiyana xwe ji dest da. Heke kesên dikaribin xwînê rawestînin, lê nekin, hêvî ji Xwedê dikim ku ev agir bikeve dilê wan jî û wan bişewitîne, ew jî birayên xwe di vê şer de winda bikin. Dibe ku wê demê êşa me fêm bikin."