Gêrîla Çekdar û Azad ji aliyê hezaran ve hatin definkirin

Gêrîla Çekdar û Azad ji aliyê hezaran ve hatin definkirin

Cenazeyên gêrîlayên HPG'ê Rifat Kizil (Çekdar Amed) û Murat Karataş (Azad Çiya) ji aliyê hezaran kesan ve bi dirûşemyên "Şehîd namirin" hate definkirin.

Cenazeyê gêrîlayê HPG’ê Rifat Kizil (Çekdar Amed) ku di encama êrîşa li Qereqola Şîtazînê ya li herêma Oremarê de jiyana xwe ji dest dabû û li Goristana Bêkesan ya Edeneyê hatibû veşartin ji aliyê malbatên wan ve hate wergirtin. Cenazeyê gêrîla Murat Karataş (Azad Çiya) ku li çiyayê Besta yê Şirnexê jiyana xwe ji dest dabû ji aliyê hezaran kesan ve hatin definkirin.

Gêrîla Çekdar di nava 5 gêrîlayan yên ku di 19'ê Pûşberê di encama êrîşa li hemberî Qereqola Şîtazînê ya li herêma Oremarê ya Gevera Colemêrgê de jiyana xwe ji dest dabûn û li Goristana Bêkesan ya Edeneyê de hatibûn veşartin, cenazeyê gêrîla Rifat Kizil (Çekdar Amed) û Ûbeydûllah Arik (Adîl Çavşîn) piştî ku testa DNA'yê bi encam bû, ji aliyê malbatên wan ve hate wergirtin. Cenazeyên gêrîla Çekdar û Azad li ser rêya Rihayê li Ava Petrolê û Dogu Petrolê ji aliyê endam û rêveberên BDPê, MEYA-DER, Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk jî di navde sedan welatî ve hatin pêşwazîkirin.

CENAZEYÊN GÊRÎLAYAN JI ALIYÊ HEZARAN VE HATIN PÊŞWAZÎ KIRIN

Girsê cenaze hilgirtin û birin Goristana Yenîkoyê. Cenazeyên gêrîla Çekdar û Azad, li goristana Yenîkoy ji aliyê hezaran kesan ve bi dirûşmeya "Şehîd namirin", "Ey şehîd riya te riya me ye" û "Bijî Serok Apo" ve hate pêşwazîkirin.

Girsê piştî wecîbeyên olî darbestên cenazeyên gêrîlayan danîn ser milê xwe û birin ser gorên wan. Girsê piştî nimêj li ser cenazeyan kirin alên PKK'ê li darbestan pêçan û heta goran meşiyan. Bi hezaran kesan di meşê de bê navber dirûşmeyên "Şehîd namirin" berz kirin û cenazeyên gêrîla Çekdar û Azad defin kirin. Girsê li ser gorê rêz girt û pişti rêzgirtinê qurnefil avêt ser gorên wan.

Di merasimê de Tûglûk sersaxî ji malbata gêrîla Çekdar û Azad xwest û diyar kir ku, berpirsiyarê van kuştinan hikûmeta AKP'ê ye. Tûglûk anî ziman ku, gelê Amedê pir ewlat winda kirin û dê her tim li zarokên xwe û têkoşîna wan xwedî derkeve.

Pişti axaftinan girse belav bû. Ji bo gêrîla Çekdar û Azad dê li Mala Badika şîn û sersaxî bê qebûlkirin.