Gerîla Bûlût ji aliyê hezaran ve hat oxirkirin

Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Lutfuye Bûlût (Jînda Mardîn) a li Qoserê jiyana xwe ji dest da, tevî êrîşên polîsên Tirk jî ji aliyê hezaran ve ber bi bêdawîtiyê ve hat oxirkirin.

Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Lutfuye Bûlût (Jînda Mardîn) a li Qoserê jiyana xwe ji dest da, tevî êrîşên polîsên Tirk jî ji aliyê hezaran ve ber bi bêdawîtiyê ve hat oxirkirin.

Ji bo Gerîlaya YJA Starê Lutfiye Bûlût a ku li navçeya Qoserê ya Mêrdînê di şerê êvara 27’ê Kanûnê de jiyana xwe ji dest dabû, li Nisêbînê bi tevlîbûna hezaran ve merasîma cenazeyê hat lidarxistin.

Cenazeya Bûlût ji morga Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê hat wergirtin, ji vir anîn mala sersaxiyê ya li taxa Devrîm a Nisêbînê. Li vir di merasîma cenazeya Bûlût de Parlamentera Mêrdînê Gulser Yildirim, endamên KJA, Hevserokên DBP û HDP’ê yên bajar û navçeyên Mêrdînê, Hevşaredarên Nisêbînê, rêveberên MEYA-DER û bi hezaran welatî amade bûn. Ji bo şehîdên şoreşê deqeyek rêz hate girtin, piştre di merasîmê de Hevserokê Şaxa Mêrdînê ya MEYA-DER’ê Latîf Tabar axivî. Tabar wiha got: “Em dibêjin bimre koletî. Êdî jin û ciwanên gelê Kurd li dijî vê zilmê serî hildan. Gav bi gav jî ev berxwedana li dijî zilmê mezin dibe.”

Di merasîmê de birayê Bûlût, Ahmet Bûlût ji malbatên kesên ku di berxwedanê de jiyana xwe ji dest dane sersaxî xwest, wiha got: “Yê li ber xwe dide şehîd e. Bi berxwedanê ve gihişt şehadetê. Ez tevahî şehîdên Kurdistanê bi bîr tînim. Bi rêzdarî bejna xwe li ber wan ditewînim. Em dizanin mirin bi êş e. Lê wan ji bo jiyanek mirovî li ber xwe dan. Dewleta mêtinger li dijî berxwedana wan mirinê tîne. Tevî vê jî bi salan e ev doz didome. Heta em bigihêjin encamê jî wê bidome.”
Xalê Bûlût, Huseyîn Bariş jî wiha axivî: “Têkoşîna wan a mirovatiyê ye. li ser navê mirovahiyê, gelê Kurd, hizûrê li ber xwe dan. Dewleta AKP’ê dixwaze li ser axa Kurdan me bifetisîne. Nahêlin em cenazeyên xwe jî bigirin. Lê em ê vê sîstema koletiyê ya AKP’e dixwaze li ser Kurdan pêk bîne parçe parçe bikin. Jinên Kurd jixwe di ferqa vê de ne û li hember vê jî bi şer li ber xwe didin.”

Piştî axaftinan cenazeya Bûlût girtin ambûlansê, ber bi Goristana Hacilar ve girse ket meşê. Wêneyên Bûlût, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan , alên PKK û KCK’ê hatin rakirin, dirûşmên, “Şehîd Namirin”, “Bijî Serok Apo” û Kurdistan Goristan Ji Bo Faşîstan” berz kirin. Tevî hewaya sar û barana zêde jî bi tevlîbûna hezaran kesî ve li ser rêya Midyadê cenazeya Bûlût anîn Mizgefta Kişla. Li vir karûbarên olî hatin bicihanîn. PIştre jinan cenaze girtin ser milên xwe, ber bi goristanê dîsa ketin rê. Li ser rê pêşiya girseyê bi wesayîtên zirxî yên Ûral û TOMA hat qutkirin. Polîsan xwestin alên PKK û KCK’ê bigirin.

Polîsên al kirin hincet bi ava şid û bombeyên gazê ve êrîşî girseyê kirin. Darbesta Bûlût a dema êrîşê de ket erdê, gelê li ber xwe da careke din girt ser milên xwe û meşa xwe domand. Polîs bi bombeyên gazê, ava şid û dem bi dem bi guleyê rastî êrîşî gel ê li kolanan kir. Tevî êrîşê jî gel cenaze heta Goristana Hacilar bir.

Cenazeya Bûlût li vir bi dirûşmeyan ve spartin axê.