Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Ramazan Aytarê (Adil Azad) ku di encama çalakiya li hemberî Qereqola Şitazîna Oremarê jiyana xwe ji dest dabû li Bajaroka Barmana girêdayê Navçeya Stewrê ji aliyê sedan kesan hate veşartin. Parlementera BDP’ê ya Amedê Nûrsel Aydogan diyar kir ku ji ber polîtîkayên AKP'ê mirin pêk tên.
Cenazeyê gerîla Ramazan Aytarê (Adil Azad) ku di encama çalakiya li hemberî Qereqola Şitazîna li herêma Oremara Navçeya Gevera Colemêrgê jiyana xwe ji dest dabû duh ji aliyê malbata wî ji Meletiyê hate girtin û bi tevî cenazeyê 6 gerîla anîbûn Amedê.
Cenazeyên Aytar û Husnu Karayê (Zagros) tevî karwanek ku Parlementera BDP'ê ya Amedê Nûrsel Aydogan, Alîkarê Hevserokê BDP'ê ya Amedê Ahmet Gezer, rêvebirên MEYA-DER û BDP'ê jî di nav de ji aliyê sedan kesan hate pêşwazîkirin. Cenazeyên Aytar û Kara birin Bajaroka Barmana girêdayi Navçeya Stewra Mêrdîn. Cenaze Aytar ji aliyê girseya ku dirûşma "Tolhildan", "Ey şehîd xwîna te li erde namîne", "Şehîd namirin" û "Rêheval Ramazan nemir e" berz dikirin hate hilgirtin. Welatiyan li mizgeftê li ber cenazeyê heta sibê nobet girtin û zêmaran gotin. Serê sibê cenazeyê gerîla Husnu Kara yê (Zagros) ku ji Şirnexê ye, ber bi Şirnexê ve bi rê ket.
Cenazeyê Aytar jî ji aliyê girseya ku di nav de Parlementera BDP'ê ya Amedê Nûrsel Aydogan, Endamê MYK'a BDP'ê Mehdî Perînçek, Alîkarê Hevserokên BDP'ya Mêrdînê Şaban Karakaş, şaredarên navçeyan, rêvebirên MEYA-DER hebû, ji mizgeftê hate girtin û bi meşê birin goristana bajarokê. Darbesta cenazeya Aytar bi rengên kesk û sor û zer û bi kulîlkan hatibû xemilandin. Rêvebirê MEYA-DER'a Mêrdînê Ramazan Kalkan piştî veşartina cenazeyan axivî û da zanîn ku ciwanên kurd ên li hemberî zilma li ser gelê kurd derdikevin tev li tevgera azadiyê dibin. Kalkan anî ziman ku cenazeyan texrîp kirine û wiha got: "Tiştekî ku li hemû cîhanê hatiye qedexekirin, li Tirkiye tê pêkanîn. Li ser cenazeyan bombayên kîmyasal bi kar tînin. Ev tişt nayê qebûlkirin."
Parlementera BDP'ê ya Amedê Nûrsel Aydogan jî sersaxî ji malbat û gelê kurd xwest û wiha got: "Şert û merc çi be bila bibe em ê di riya şehîdên xwe ku jiyana xwe fedayî vê têdikoşin û pêşengî ji me re dikin, bimeşin. Gelê kurd demek dirêje êşan dikişîne. Sedema mirinan polîtîkayên AKP'ê ne. Ger niyeta AKP'ê ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd hebûya, dê di nava 10 salan de çareser bikiriya. Ez bang li serokwezîr dikim; van mirinan rawestînin, berdêla vê yekê pir giran e. Ez bang li dayîkên leşkeran dikim; aştî di destê dayîkên tirk û kurdan e. Werin em bi hev re hesabê kuştinan bipirsin. Heta ku em vê nekin em ê canên xwe wenda bikin. Ez bang li cerdewanan dikim; Werin û li cenazeyan binêrin ka çi li wan kirine û êdî bêjin 'em zilma li hemberî gelê xwe qebûl nakin'. "
'ERDOGAN VÊ XWÎNÊ RAWESTÎNE!'
Dayika Ramazan Aytar Gûrbet Aytar jî got bila serê gelê kurd sax be û wiha axivî: " Bila Erdogan vê xwînê rawestîne. Êdî bes e !" Piştî merasîma cenazeyê girse bi meşê çûn kona ku ber Mala Şînê ya Barmanê hatibû vedan.