Gerîla Adil bi girseyî spartin axê

Gerîla Adil bi girseyî spartin axê

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Ubeydullah Arik (Adîl Çavşîn) ê di 19'ê Hezîranê de di êrîşa Qereqola Şitazinê de jiyana xwe ji dest da li navçeya Elbaka Wanê ji aliyê hezaran kesan ve bi dirûşmeya "Şehît Namirin" spartin axê.

Duh ji cenazeyên 5 gerîlayên HPG’ê ên ku di 19'ê Pûşberê di encama êrîşa li hemberî Qereqola Şîtazînê ya li herêma Oremarê ya Gevera Colemêrgê de jiyana xwe ji dest dabûn û li Goristana Bêkesan a Edeneyê hatibûn veşartin, cenazeyê Ûbeydûllah Arik (Adîl Çavşîn) piştî ku testa DNA'yê bi encam bû, ji aliyê malbata wî ve hate wergirtin.

Cenazeyê Arik li Tesîsên Ova yên Wanê ji aliyê sedan maşîneyan ve hate pêşwazîkirin. Karwanê piştî cenaze pêşwazî kir, ji Wanê ber bi Elbakê ve bi rê ket. Di karwanê de parlementerê BDP'ê yê Wanê Nazmî Gur, Cîgirê Şaredarê Wanê Sabrî Abî, Cîgira Şaredar a Elbakê Hacer Sarihan, Şaredara Sixkê Nezahat Erguneş, Hevseroka BDP'a Wanê Mihriban Şah, Rêveberên BDP'ê yên Elbakê, Seroka Meclîsa Giştî ya Wanê Semira Varli û endamên meclîsê endamên Dayikên Aştiyê, MEYA-DER'a Amedê, MEYA-DER'a Wanê, TUHADER'a Wanê, KURDÎ-DER'a Elbakê jî di navde bi hezaran kes amade bûn.

Piştî karwan gihişt navenda Elbakê bi hezaran kesan darbesta Arik bi ala PKK'ê pêça û danîn ser milên xwe. Girsê piştî kîlometreyekê darbesta Arik danîn ser milê xwe heta Goristana Navendî ya Elbakê meşiyan. Girsê di meşê de posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gerîlayê HPG'ê Arik alên PKK û KCK'ê hatin vekirin.

Bi hezaran kesan bê navber dirûşmeyên "Şehîd namirin", "Bijî Serok Apo", "Elbak ranezê li şehîdê xwe xwedî dereve", "Bê Serok jiyan nabe" berz kir. Di meşê de welatiyên li malên xwe piştgirî dan girsê bi çepik û dirûşmeyan piştgiriya xwe anîn ziman. Cenazeyê Arik bi dirûşme û duayan hate definkirni. Girsê piştî cenaze defin kir ji bo kesên di têkoşîna aştî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz girt. Pişt re Rêveberê MEYA-DER'a Amedê Medeni Aktar, sersaxî ji malbatê û gelê kurd re xwest û wiha got: "Arik êdî Şehîdê hemû Kurdistanê ye. Her kes dê li doza wî û rêça wî xwedî derkevin."

'HIKÛMETA AKP'Ê JÎ DÊ WEKÎ HIKÛMETÊN DIN TÊK BIÇE'

Parlementerê BDP'ê yê Wanê Nazmî Gur jî anî ziman ku êdî hikûmeta AKP'ê bi van polîtîkayên nikare zêde bimeşe û wiha got: "3 roj in her rojê em li Wanê cenazeyekî defin dikin. Ne tenê li Wanê, li her derê jin û ciwanên kurd ji bo doza xwe, nasname û mafê xwe têkoşînê didin û jiyana xwe ji dest didin. Lê kurd dê her tim doza xwe û mafê xwe biparêzin. Ji ber vê yekê em dixwazin êdî ev kuştin û înkar bi dawî bibe. Her ku me aştî west hikûmeta AKP'ê bêtir înkar kir. Pratîka AKP'ê ya li hemberî kurdan tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Brêz Abdullah Ocalan e. Operasyênên leşkerî û siyasî ne. Niha 8 hezar mirovên me girtî ne. Lê hikûmet êdî hatiye dawiya emrê xwe û bi ser nakeve."

Piştî spartinê û axaftinê girse heta Mala Şînê ya li Taxa Hafıziye meşiya û çûn malbat ziyaret kirin. Girse piştî çû serdana mala sine, belav bû.