Gelo Hewlêr dixwaze Kurdên Rojava koçber bike?

Gelo Hewlêr dixwaze Kurdên Rojava koçber bike?

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku ew ê 2 milyon dolar butçe ji bo Kurdên ji Rojavayê Kurdistanê koçber dibin veqetînin. Lê kesên ji Rojavayê Kurdistanê hatine diyar kirin ku ew di nava şert û mercên zor de dijîn. Ciwanên di kampên li Başûr de mane, ji ANF’ê re axivîn û tişta ku nehatiye serê wan nemaye.

Belgeyek ku “veşarî” ku tê îdîakirin a konsolosa Tirk a Hewlêrê ya girêdayî Wezareta Derve ya Tirk e, duh di ANF’ê de hatibû weşandin. Di belgeyê de polîtîkayên dewleta Tirk ên li Sûriyeyê û konseptên ku amade kirine, cih digirin. Navenda van konseptan jî Hewler e, hedef jî Rojavayê Kurdistanê ye. Ev belge heta niha nehatiye piştrastkirin ka rast e an na, lê heta niha ne rayedarên Kurd û ne jî yên Tirk tu daxuyaniyek nedane.

Lê li gorî tiştên bi serê ciwanên ji Rojava yên li kampên Başûrê Kurdistanê hatine, ev belge tê piştrastkirin. Di belgeyê de, ji bo ciwanên Kurd ên ji Rojavayê Kurdistanê koçberê Başûr dibin, propagandayek ya çekdarkirinê û “avakirina artêşek ji bo Kurdan” tê kirin. Gotinên ciwanê bi navê E.M vê agahiyên tam pitşrast dike.

BERÊ CIWANAN DIDIN BAŞÛR

Ciwanê Kurd ê bi navê E. M. tiştên hatine serê wî wiha vegot; “Dema ku em hatin em ji aliyê Dêrîkê ve ketin ser rê, çar kesan em anîn. Çekên wan hebû em bi riya seetan bi rê anîn, em demek yê şevê gihihiştin gundekî. Em seet di 18:00 de bi rê ketin û 06:00’ê sibê gihiştin ser sînor. Em bi seetan meşiyan. Ji bo em cih nezanin, em li ser sînorê Herêma Kurdistan hiştin û ew dîsan paş de vegeriyan. Gotin “herin gund, dê keya (muxtar) we bibîne”. Em wê şevê li wê malê man heya sibê, birin asayişê navê me ku em ji ku hatine hemû agahiyên me girtin.

Ew kesên ku em ji Rojava ji anîn her yek me 35-40 hezar perê Sûriyeyê ji me girtin. Gotin “herin Başûrê Kurdistanê li wir gelek xweş e pere heye, kar heye, hûn ji xwe re li vir bijîn, pêwîst nake hûn tiştek bi xwe re bibin, her tişt li wir heye.”

PERWERDEYA LEŞKERÎ

Di belgeya ku tê gotin ya Wezareta Derve ya Tirk de behsa “avakirina artêşek ji bo Kurdan” tê kirin. Tiştên ku E.M. dibêjin vê yekê piştrast dikin: “Piştî ku em anîn kampekê, dîsan hatin gotin “hûn ê perwerdeya leşkerî bibinin û perwerde jî 45 roj in”. Di heman demê de pêşmergeyan hemû tiştên me ji me girtibûn. Nasname, telefon û pereyê ku li cem me hene hemû gitin. Piştî hemû bûyerên hatin serê me, me nedikarî êdî vegerin Sûriyeyê jî . Ji ber ku hemû tiştên me ji me girtibûn. Li wargeha ku em tê debûn ne nivîn, ne jî betenî hebûn. Min bi xwe di nava pêlavan de xew dikir.

PÊKANÎNÊN DI KAMPÊ DE

Ji berê gotin “Hûn ê perwerdeya leşkerî bibînin, ji bo ku hun rojava azad bikin.” Ji Domîsê em derketin. Ji me re gotin “Hûn ê perwerdeya leşkerî bibînin, em ê we fêrî karîna çekan bikin.” Ji me re gotin “piştî perwerdeya leşkerî, hûn ê biçin li şîrketan bixebitin, dê ew nasname bidin we. Hûn dikarin li hemû cihan paşê bigerin.” Piştî 3 mehan me got “telefonên me bidin, qet nebe, em li gel dayîka xwe biaxîvin”. Gotin “dayîk û mala xwe ji bîr bikin, êdî hûn girêdayî vir in.” 4 mehan li wir mam. Ew nêzikatiya wan li me kir mirov li heywanan jî nake. Li wir pir sar bû. Kincên me tune bûn, tenê ew ên me li Roja li xwe kiribûn bûn.”

CIWANAN ÎSYAN KIR, WEKE “XAYÎN” HATIN BINAVKIRIN

E.M wiha berdawam kir; “300 ciwanan gotin “Em ê vegerin Rojava.” Em ji di nav wan de bûn. Me îsyan kir. Em hemû li cihek kom kirin û gotin “ev der cihê şeref û namûsê ye. Yê ku ji vir bireve ew bê şeref û namûs e. Ew xayînin. Em ciwan berdidan hev. Heta êvarê me got “Em venagerin kampê.” Her wiha di kampande ji em didan ceyranê piştî ku me got “em nayên kampê” soz dan ku ew ê piştî 6 mehan me berdin. Me biryar girt ku em neçin perwerdeyê, ne jî em xwarina wan bixwin, heya ku me berdidin. Ma ne hemû tiştên wan derewa derket. Piştî vê gotinê pêşmerge li me ciwanan xistin û dar bi serê gelek hevalên me ve şkandin. Bi çekan gullle avêtin û em birin porê me bi sifrê xistin.

“HÛN DIZ IN…”

E.M. bal kişand ser heqaretên di kampê de li wan dihatin kirin û got; “Hatin ji me re gotin “Ma em ê bihêlin hûn biçin Hewlêr, Dihokê diziyên bikin. Hûn ê wir wir xirab bikin. Hinek pêşmergeyan ji digotin “hûn ji birsa hatine, we şerefa xwe û namûsa xwe hiştiye, hûn hatine vir. Ma ma hûn ji zilam in.” Piştî ku ev gotin ji me re gotin, zilamek 58 sal di nava me de bû, me xwe kir yek me got ‘em bi hev re xwe li derî bidin û birevin’. Lê belê çek bi wan re hebû. Gotin “kesên gavek biavêje em ê wî bidin ber guleyan.” Pêşmergeyekê jî got “bila biçin Ereb dayika wan bigirin…!”

400 KES REVIYAN

Zilamek bedena xwe vekir û got “hûn min bikûjin, bikûjin. Piştre ew zilam girtin û kirin zîndanê de. Her wiha nêzî 200-400 kes jî reviyan û kesên digirtin ji ceza dikirin û dikirin zindanê de. Di zîndanê de ji li wan dixistin. Zîndana nizamî bû.

KÎJAN ÇIYA?

Digotin ‘hêj dewra we neqediyaye. Hûn ê 7 roja herin sere çiyayan’. Lê belê me nedizanî kîjan çiya jî bû. Em gelek ditirsiyan. Me got “dê me bibin şerê PKK’ê”. Me jî got “em naxwazin biçin şerê birayên xwe bikin.” Em em di wî alî de gelek ditirsiyan û em reviyan. Gotin “tenê 7 roja hûn ê herin sere çiyayan. Piştî wê dewra we diqede. Hûn azad in ji wir û pê de. Em bi xwe ji wir reviyan . Lê belê kesên ku çûyin çiyayan ji tu xeberê me ji wan tune ye. Tişta ku me ji wan fêm kir eve : “ An em ne Kurd in, an jî ew ne Kurd in. Ew kiryar li me dikirin. Bi sedan kesan kes ji me ji bo vê axê xwîna xwe daye. Lê niha wisa nêzîkê me dibin.”

JI LEŞKERIYA SÛRIYEYÊ REVIYA

Ev tenê çîroka ciwanek ji wan bû. Kesê din ê bi navê K.M. ji leşkeriya Sûriyeyê reviyaye. K.M. wiha behsa sedema revîna xwe dike; “Ez li leşkeriya Sûriyeyê bûm. Li Himûsê bûm. Di wê demê de mirin li ber çavê min çêdibûn. Zarok, ciwan jin, mêr dihatin kuştin. Êdî dilê min nedikarî, li wir bimîne. Piştî ku ez hatim malê ez ji leşkeriyê reviyam. Bavê min got “here Başûrê Kurdistanê. Birayên me ne. Ew der jÎ welatê me ye. Cihek yê ewlehiyê ye ji bo Kurdan.”Paşê me kesek rênas dît. Di rê de ji me re gotin “Ne pêwîst e ku hûn tiştek li gel xwe binîn. Her tişt li Kurditanê heye. Dê mesrefa we bidin. Xanî, pere hemû tiştan dê li wir bidin we û kîjan cihê hûn bixwazin lê kar bikin, hûn dikarin kar bikin.”

DEŞTEK VALA TIJE MIROV KIRINE

Di rê de, em di nava avê re hatin. Bi saetan meşiyan, saet 04.00 ez gihiştim kampê. Li wir ji tiştek tune bû. Ne xwarin ne jî cihê razanê. Deştek vala tije mirov kirine. Her aliyê wan ji pêşmerge hene.Min berê xwe da tişta ku ji me re gotin û tişta ku em bi çavê xwe dibînin pir cûda ne. Li wir me Kurditiya xwe ji bîr kir. Me nedizanî em di destê wan de Kurd in.

Gotin “hûn ê perwerdeya leşkerî bibin û ji bo azadiya Qamîşloyê şer bikin.” Li hemû cihan kesên hatine komkirin û em birin kampan de perwerdeya leşkerî dan me. Ji me re gotin “piştî ku hûn 45 rojan dewra leşkerî bibînin, em ê ji bo we kar bibînin û em ê we berdin. Em sê mehan em cihê leşkerî man. Me nedizanî çima vê pewerdeya leşkerî didin me.

Em serê sibê radibûn, me dest bi perwerdeya sileh dikir. Ew kiryarên li me dikirin ne kêmî yên rejîma Behs ya Sûriyeyê bûn. Dema ku rejîma Behs ji zilim li me dikir, ji me digot “dijminê me ye”. Lê belê gelek zehmet e ku birayê te, yê ku dibêjî Kurd e, zilmê li te bike. Gelek dijûn ji bo me dikirn.Li me dixistin û gelek caran bi daran êrîşî ser me dikirin. Me nedizanî em çi dikin. Kesê birine serê çiyayan jî nizanin ji bo çi çûne wir. Ji ber ku ewqas ji bo wan xweş kirin ku behsa mal, erebe dikirin. Digotin “kesên ji kampê biervin ew xayin, bê şeref in”. Gelek caran digotin “kesê bireve em ê wan teslimê Sûriyeyê bikin.” E em jî ditirsiyan. Ji ber ku em ji ber leşkeriyê hatine me, teslim bikin dê me îdam bikin. Bi bi dehan car em tehdît dikirin, li me dixistin, dijûn ji bo me dikrin, porê me li sifrê xistin. Gelek ciwan reviyan. Bi çeka BKC li wan direşandin. ”