'Gelo ewqasî zêde ji cenazeyên me ditirsin?'

Cenazeyê zarokê bi navê Mehmet Mete ê berî 9 rojan li Silopiyayê ji aliyê hêzên dewletê ve hat qetilkirin, ji ber êrîşên tank û topan nayê wergirtin. Dayik Gûrbet Mete got, "Ev zilm e. Gelo vana ewqasî ji cenazeyên me ditirsin?"

Li navçeya Şirnex Silopiyayê, êrîşên ji bo qirkirinê yên ji aliyê dewletê ve tên kirin, dewam dikin. Hêzên dewletê yên nikarin bikevin nava taxan, gelê sivîl, bi taybetî jin û zarokan qetil dikin. Zarokê bi navê Mehmet Mete yê 10 aslî, berî 9 rojan li mala xwe ya li Taxa Karşiyakayê, di bomerdûmana hêzên dewletê de ji ber parçeyê şarapnelê li serê wî ket, bi giranî birîndar bûbû. Tevî hemû hewldanên malbatê jî, hêzên dewleta Tirk nehişt ku malbat Mehmet bigihîne nexweşxaneyê. Ji ber jêçûna xwînê Mehmet ê biçûk jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Mehmet Mete hînê li mizgefteke taxê tê ragirtin û destûr nayê dayîn ku bê veşartin. Malbata Mete nearzîbûn nîşanî êrîş û komkujiyên dewletê da û diyar kir ku ev îşkenceya li cenazeyan tê kirin, nayê qebûlkirin.

Dayika Mete yê biçûk Gûrbet Mete da xuyakirin ku dewlet hem zarokên biçûk qetil dike hem jî qîma xwe bi vê nîne û radike îşkenceyê li cenazeyan dike. Mete got, "Kurê min hînê biçûk bû. Berî 9 rojan ji aliyê hêzên dewletê ve hat qeilkirin. Gelo wê wî jî terorîst îlan bikin? Li vê derê bi tenê sivîl hene. Li vir gelê sivîl ê li ber xwe dide heye. Ji pitika 3 mehî heta kal û pîrên 90 salî, mirov li pêş çavan tên qetilkirin. Bi tank û topan bi xwînxwarî êrîş dikin. Mîna ku qetilkirina kurê min têra wan nekir, niha nahêlin ez cenazeyê kurê xwe jî bibînim. Xwedê zane kurê min di çi halî de ye. Nikarim wî bêhn bikim, nikarim wî maçî biçim, nikarim wî bispêrim axê. Ev zilm e. Gelo vana ewqasî zêde ji cenazeyên me ditirsin?"

Kalê Mehmet ê biçûk Abdurrahman Mete jî destnîşan kir, ku dijminê herî mezin ê li hemberî Misilmantiyê, Serokkomarê Tirk Erdogan e.

Malbat cenazeyê Mehmet ê biçûk, ji bo xera nebe di cihê qeşayê de radigire û ji bo xera nebe qeşa, parfum û kolonya li cenaze dike.