Gelê Nisêbînê şeva xwe bi nobedê derbas kir
Li navçeya Mêrdîn Nisêbîn, ku rewşa awarte û êrîşên dewletê di roja 8. de dewam dikin, tevî taxên Firat, Dîcle, Abdulkadîrpaşa û Yenîşehîrê, li taxên Zenelabîdîn û Kişlayê jî berxwedan mezin dibe.

Li hemberî êrîşên bi çekên giran, jin daketin kolanan û heta danê sibehê li kolanan li ber xwe dan. Hecî Emîne diyar kir ku duh danê sibehê saet di 06:00 de ji wesayîtên polîsan anons hat kirin ku ji saet 10:00 û pê ve li gelemperiya navçeyê derketina derve hatiye qedexekirin û got, "Weke ku hûn jî dibînin em neçûne ti deran. Ew xwe çi dibînin? Di ser re rabidin wextekê didin me? Li ser vê xakê xwîna kurê min rijiya, ez bimirim jî ez ê dest jê bernedim."
Kader Kurt jî got, "Li ser vê xakê çîroka me hemûyan heye. Gelo, li dijî tank û topan bi teneke û tilîliyan berxwedan hêsan e? Ev hêza me di nava êşên me de veşartî ye." Kader Kûrt nerazîbûn nîşanî nûçeyên "diterikînin" ên medya hawiz da û got, "Bes navê Nisêbînê bi nûçeyên bi vî rengî yên gemarî reş bikin. Tevî ku sedî sed ê gel dizane ev nûçe ne rast in, çêkirina nûçeyên bi vî rengî me hêrs dike. Em ne ewqasî bê tecrûbe ne ku xaka xwe biterikînin."