'Gelê me wê qeyûman qebûl neke'

Hevşaredar Mûstafa Ozturk diyar kir, mufetîşên ji bo kontrolê hatin Şaredariya Qubînê ji wan re gotine, "eger Şaredarî ne ya DBP'yî bûya, wê xelat jê re bihata dayîn" û da zanîn, bi hincetên kêfî ev 7 meh in ew ji wezîfeyê hatine girtin.

Ozturk da xuyakirin, desthilatdariya AKP'ê ku bi rêya qeyûman dixwaze dest deyne ser Şaredariyên DBP'ê, ber bi rejîma Hîtler ve diçe û destnîşan kir, ev gel wê li pêşberî van nêzîkatiyan bêdeng nemîne. Ozturk bibîr xist, desthilatdariya AKP'ê di çarçoveya plana têkbirinê de operasyona qirkirina siyasî li hemberî gelek hilbijartiyan pêk aniye û ragihand, weke xeleka dawî ya vê planê dixwazin qeyûman li şaredariyan bi cih bikin û bi vê rêyê dest deyne ser saxiyên gel.

Ozturk anî ziman, beriya heft mehan bi hincetên ne hiqûqî ew ji wezîfeyê hatin girtin û got, "Weke hilbijartiyan em çûbûn cihekî Qabilcewzê, ku lê şer qewimîbû. Ev çûyîna me ji bo girtina ji wezîfeyê hincet hat nîşandan. Halbûkî, ji bo ji her du aliyan ve mirov nemirin, em çûn wê derê. Lê belê, ji ber vê çûyînê hatim girtin û ev yek jî ji bo dûrxistina ji wezîfeyê weke hincet hat nîşanda. Biryarên ji bo pê zextê li têkoşîna siyasî ya Kurdan bikin, digirin. Fermanên Qesrê, ku bi rakirina destnedana parlamenterên HDP'ê destpê kir û niha dixwazin qeyûman li Şaredariyên DBP'ê bi ch bikin, yek bi yek bi cih tên anîn. Desthilatdariya AKP'ê û Qesr, plana têkbirinê ya li hemberî têkoşîna siyasî ya Kurd daye destpêkirin, qonax bi qonax dixe meriyetê. Ev hemû ji berê ve hatine plankirin û niha yek bi yek bi cih tên anîn. Gotina 'em ê şaredar bidin kişandin' a Serokwezîr, her tiştî radixe pêş çavan."

XELEKA DAWÎ YA PLANA TÊKBIRINÊ: BICIHKIRINA QEYÛMAN LI ŞAREDARIYAN

Ozturk got, "Plana têkbirinê, bi pêvajoyek ji Sûrê heta Nisêbîn, Gever û Şirnexê, heta şaredariyan hê dewam dike" anî ziman, ji salên 90'î bêhtir mafên mirovan tên binpêkirin. Ozturk destnîşan kir, ku divê gelê Kurd li pêşberî van êrîşên yekser destketiyên siyasî yên Kurdan hedef digirin, bêdeng nemînin û axaftina xwe wiha dewam kir: "Hin mirov polîtîkaya têkbirinê ya roja îro dişibînin a salên 1990'î. Lê belê weke mirovekî di salên 90'î de de jiyayî, dikarim bêjim ku di wê demê de hiqûq di vê astê de nehatibû binpêkirin. Desthilatdariya AKP û Serokkomar, hemû hevrikên xwe, her kesên bîatê jê re nakin bi rê û rêbazên cuda qels dike, bi dek û dolaban hewl dide feraseta xwe ya siyasî bixe meriyetê û îstirayan dikin. Ev yek, taybetmendiyên karakterê hevpar ê rejîmên dîktator in. Ev yek di dema Hîtler de jî gelekî bi kar anîn. Ji bo pûçkirina vê, divê em hê bêhtir seferber bibin. Gelê me wê bicihkirina qeyûman ti carî qebûl neke. Ev desthilatdariya qeyûman, tevî Şaredariyên DBP'yî, li hemû şîrket, saziyên çapemeniyê, televîzyon, rojname û ajansên bîatê jê re nakin, qeyûman bi cih dike. Lewma ber bi rejîmeke dîktatoriyê ve diçe. Ji bo em vê rejîmê bikişînin ser pîvanên demokasiyê, divê em bibin yek."

'EM HÊJAYÎ XELATÊ NE, LÊ YA DESTHILATDARÎ DIKE BEREVAJÎ VÊ YE'

Hevşaredar Mûstafa Ozturk diyar kir, mufetîşên ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve ji bo kontrolê hatin Şaredariya Qubînê ji wan re gotine, şaredariya wan hêjayî xelatê ye û got, "Mufetîşên li civîna şaredariyên herêmê kontrol kirin, ji bo Şaredariya Qubînê gotin, 'eger Şaredarî ne ya DBP'yî bûya, wê xelat jê re bihata dayîn'. Lê belê tevî vê rastiyê jî, mixabin em hevşaredar û endamên meclîsê yên bi dengekî bilind hatine hilbijartin, yek bi yek bi rengekî kêfî ji wezîfeyê hatin girtin. Gelê me ji nêz ve vê neheqiyê dibîne û haya xwe jê heye."

...