Gelê li Mêrsînê qedexeyên dewletê nas nake
Bi hezaran kesî li Mêrsînê qedexeya dewletê nas nekir û bi şîara "Em ê bi berxwedanê bi ser kevin" Newroz pîroz kir.
Bi hezaran kesî li Mêrsînê qedexeya dewletê nas nekir û bi şîara "Em ê bi berxwedanê bi ser kevin" Newroz pîroz kir.
Bi hezaran kesî li Mêrsînê qedexeya dewletê nas nekir û bi şîara "Em ê bi berxwedanê bi ser kevin" Newroz pîroz kir. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Figen Yuksekdag, diyar kir ku Zatê nikare bibe Serokdewlet ji bo desthilatdariya xwe Tirkiye dixe nava şer û qadan li gel teng dike û wiha got: "Lê me got her der berxwedan û her der Newroz" û me hezkirina xwe ya jiyanê anî ziman. Li Mizircê jî gel qedexe nas nekir û Newroz pîroz kir.
Bi hezaran gelê Mêrsînê li gel hemû astengî û qedexeyan dewletê bi hişyariya "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" li ber avahiya HDP'ê ya Navçeya Akdeniza Mêrsînê kom bûn û Newroz pîroz kir. Bi hezaran welatî li gel lîstik û provakasyonên polîsan qada Newrozê dagirt û siloganên "Bijî Serok Apo", "Bijî Newroz" û "Bijî Berxwedana gelê Kurd" berz kir. Welatiyên beşdarî Newrozê bûn bi cilên xwe yên neteweyî û rengên kesk, sor û zer qada Newrozê xemilandin. Li qada Newrozê posterê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin vekirin. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Figen Yuksekdag, Wekîlê HDP'ê yê Mêrsînê Dengir Mir Mehmet Firat gel silav kirin û Newroz pîroz kirin. Pîrozbahiyê bi rêzgirtin û pêxistina Agirê Newrozê dest pê kir.
Piştî Agirê Newrozê hat pêxistin girsê bi silogan û coşek mezin li dora Agir govend gerand. Destpêkê Wekîlê HDP'ê yê Mêrsînê Dengir Mîr Mehmet Firat axivî û diyar kir ku ji ber komkujiyên li ser gelê Kurd, gel bi xemginî Newrozê pîroz dike. Firat, got pêşiya gelê Kurd ronahî ye û xwest gelê Kurd fikaran nekin û wiha got: "Di dîrokê de her Dehaqek û Kawayekî wî heye. Teqez wê gel bi ser keve."
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Figen Yukseldag jî gel silav kir û diyar kir ku gel li çar aliyê Tirkiyeyê li qadan Newrozê pîroz dike. Yuksekdag, anî ziman ku gel li gel hemû astengî û êrîşan di aştî, demokrasî û azadiyê de israr dike û wiha got: "Rêveberiya Tirkiyeyê ji aştî û demokrasiyê titirse. Em ê aştî û demokrasiyê bînin vî welatî. Em ê bi têkoşîn û raperînê Komara Demokratîk bînin vî welatî. Her sal gel bi peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li qadan bû, lê îsal li qadan komkujî hene.
GEL LI HER DER DI BER XWE DIDE
Yuksekdag, destnişan kir ku gel li dijî li dijî komkujiyê li her derê di ber xwe dide û wiha got: "Zatê nekare bibe Serokdewlet ji bo îxtîdara xwe Tirkiye dixe nava şer û qadan li gel teng dike û wiha got: "Lê me got her der berxwedan û her der Newroz" û me hezkirina xwe ya jiyanê anî ziman. Li Mizircê jî gel qedexe nas nekir û Newroz pîroz kir. Em wê bi hezkirina jiyana nû di ber xwe bidin."