Gelê ji Cûdî vedigeriya rastî êrîşê hat: 20 kes hatin binçavkirin

Girseya gel, ku ji bo şikandina dorpêçiya li ser Cizîr û Silopiyayê hewl da bi peyatî di ser Çiyayê Cûdî re xwe bigihînin navçeyan, di rêya vegerê de li herêma kanên komirê rastî êrîşê hat û 20 kes hatin binçavkirin.

Girseya gel duh ji navenda Şirnexê bi rê ket û ji bo bi peyatî karibe xwe bigîhe navçeyên Cizîr û Silopiyayê, berê xwe da çiyayê Cûdî. Lê belê ji ber topbarana ji Tabûra Tankê ya Hîsarê girseya gel bi 3 parçeyan ji hev belav bû û xwest vegere navenda bajarê Şirnexê. Lê belê leşkerên Tirk bi maşînên zirxî pêşî li gel birîn.

Leşkeran li herêma kanên komirê lê ne, dest li girseyê werdan. Di êrîşê de 20 kes hatin binçavkirin û ew birin Fermandariya Jendermeyan a Îkîzceyê. Komên din jî vegeriyan navenda bajêr.