Li Navçeya Cizîrê ya Şirnexê ji bo piştgirî bidin Kurdên Rojava meş û şahî hate lidarxistin. Di şahiya ku bi hezaran kes beşdar bû de hate derbirîn ku Kurd dê di nava yekitiyê de bitekoşin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Di mudaxeleyeke li hemberê kurdên Rojava dê hemû Kurd rabin ser piyan. Bila hemû kes vê baş bizanibin û li gorî wê tev bigerin."
Li Navçeya Cizîrê ya Şirnexê bi beşdarbûna hezaran kesan ji bo piştgirî bidin kurdên Rojava meşeke bi meşaleyî hate lidarxistin. Welatiyên ku li Taxa Nûrê hatin cem hev bi dirûşmeyên wekî "Bijî Serok Apo", "PKK gele, gel li vire" heta Taxa Cûdiyê bi meşaleyan meşiyan. Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK'ê hatin hilgirtin. Welatiyên li taxan jî beşdarî meşê bûn û hejmara meşvanan gihaşt hezaran. Welatiyan ji wir daketin qada ku dê şahî lê bê lidarxistin. Li vir ji bo bîranîna kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane deqîqeyek rêz hate girtin û piştre sirûda "Çerxa Şoreşê" hate xwendin.
'KURD DÊ JI BO JIYANEKE AZAD BI HEV RE TÊKOŞÎN BIMEŞÎNIN'
Li qada şahiyê de daxuyanî hate xwendin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku Kurd êdî yekitî û tifaqên xwe çêkirine û wiha hate gotin: "Li ku be bila bibe, heke li hemberê gelê Kurd êrîşek pêk were, dê hemû Kurd vê êrîşê wekî li hemberê xwe pêk hatiye qebûl bike. Ji îro û pê de Kurd bi hev re şer nakin û dê ji bo jiyaneke azad bi hev re têkoşîn bimeşînin. Di mudaxeleyeke li hemberê kurdên Rojava, dê hemû Kurd rabin ser piyan. Bila hemû kes vê baş bizanibin û li gorî wê tev bigerin." Piştî daxuyaniyê Koma Niştîman ya di bin banê Navenda Huner û Çanda Mem û Zînê xebatên xwe dimeşîne, derketin ser dikê.
Şahiyê heta derengiya şevê dom kir.