Gelê Botanê: Berxwedana me wê ji sedî sed bi ser bikeve

Bi hezaran kesên li Şirnexê li hev civiyan, li dijî êrîş û komkujiyên dewleta AKP'ê meşiyan. Parlamenterê HDP'ê Onlu got, "Berxwedana me ya bi pêşengiya gelê Botanê destpê kiriye, wê ji sedî sed bi ser bikeve."

Gelê Şirnexê, berxwedana xwe ya li hemberî êrîş û qedexeyên li Silopiya, Cizîr û hemû qadên xwerêveberiyê, mezin dike. Li bajêr, esnafan dikan venekirin, dibistan hatin boykotkirin û gel danê nîvro meşiya. 

Bi hezaran kesên li ber avahiya HDP'ê ya bajêr li hev civiyan, bi beşdariya Parlamentera HDP'ê ya Wanê Tûgba Hezer û Parlamenterê HDP'ê yê Dêrsimê Alîcan Onlu dest bi meşê kirin. Meşê heta Meydana Aştî ya Omer Kabak dewam kir û girseya gel dirûşmên "Bijî berxwedana Cizîrê", "Bijî Serok Apo", "Berxwedana me wê bi ser bikeve" û "Kujer Erdogan" qîriya. Parlamenterê HDP'ê yê Dêrsimê Alîcan Onlu li vê derê bi zaravayê Zazakî yê Kurdî û bi zimanê Tirkî berxwedana gel silav kir.

Onlu diyar kir ku pêşengiya gelê Botanê ji berxwedana roja îro re rewşeke rasthatî nîne û bibîr xist ku gelê Botanê di her demê de li ber xwe da ye û bûye pêşeng. Onlu got, "Çawa ku li hemberî darbeya faşîst a 80'yî, li hemberî hovîtiya salên 90'î gelê me li ber xwe da, gelê Botanê çawa ku hingî jî pêşengî kir, îro jî li hemberî vê hêza wehşî, li hemberî vê artêşa Mûawiye, wê li ber xwe bide û bi ser bikeve."

Onlu da zanîn ku gelê Kurd li her qadê, rê û rêbazên karibe xwe pê bi rê ve bibe afirandiye û destnîşan kir ku xwerêveberiya hatiye îlankirin, encama daneheviya têkoşîna çil salan e. Onlu got, "Berxwedana me ya xwerêveberiyê ya bi pêşengiya gelê Botanê tê meşandin bi ser ketiye. Ji vê kêliyê û pê ve êdî ti hêz nikare têkoşîna me têk bibe."

Piştî axaftinan, li ber sirûda "Çerxa Şoreşê" deqeyeke ji bo bîranîna cangoriyên berxwedana xwerêveberiyê hat girtin. Girseya gel diyar kir ku wê çalakiyên wan bênavber bidome.

Li navçeyan jî çalakî dewam dikin û xwedî li xwerêveberiyan tê derketin. Li Qilabanê îro jî dibistan hatin boykotkrin û gel çalakiya "deng derxistinê" pêk anî. Li Elkê xwendekaran dibistan boykot kirin û çalakiya deng derxistinê pêk anîn.

...