Gelê Başûrê Kurdistanê li HDP’ê xwedî derdikeve
Qirkirina siyasî ya li ser HDP’ê û gelê Kurd li gelek navendên Başûrê Kurdistanê hate şermezarkirin.
Qirkirina siyasî ya li ser HDP’ê û gelê Kurd li gelek navendên Başûrê Kurdistanê hate şermezarkirin.
Girtina hevserok û wekîlên HDP’ê û hebûna leşkerên Tirk ên li Başûrê Kurdistanê ji hêla gelê Başûrê Kurdistanê ve hate şermezarkirin.
DAQÛQ
Li Daqûq a Kerkûkê bi pêşengiya Tevgera Civaka Azad a Kurdistanê (Tevgera Azadî) çalakiyeke hate lidarxistin, di çalakiyê de tevî nûnerên YNK’ê, PDK’ê, Tevgera Kedkarên Kurdistanê, PYD’ê bi sedan Dakokî amade bûn.
Gel ji meydana navçeyê ber bi Parka Mînarê ve meşiya.
Di çalakiyê de daxuyaniyeke hevpar hate dayin û hate xwestin ku hevserok û wekîl serbest werin berdan. Her wiha hate xwestin li dijî hebûna leşkerên Tirk ên li Başûr divê bi hev re tev bigerin.
SILÊMANÎ
Li bajarokê Qeladizê ya Silêmaniyê gel li dijî qirkirina siyasî ya AKP’ê ya li ser HDP’ê û Kurdan meşiya.
Di meşê de Tevgera Azadî, Tevgera Goran, Koma Yekîtiya Civakên Welatparêz ên Kurdistanê, PYD, Partiya Sosyalîst a Kurdistanê û çalakgerên siyasî yên sivîl ên Rojhilatê Kurdistanê jî hebûn. Meş ji Parka Baxê Giştî dest pê kir û heta bi navenda bajarokê ve dewam kir.
Di çalakiyê de li ser navê Tevgera Azadî Saîd Xalid axivî û got, ‘’Dewleta Tirk bi ti awayî destketiyên gelê Kurd ên li Rojava tehemûl nekiriye û ji bo vê sedemê jî sînor binpê kiriye. Li Bakurê Kurdistanê jî êrîşên ku bi girtina çapemeniya azad dest pê kirî, bi girtina hevserokên şaredariyan domandiye û herî dawî jî bi girtina hevserok û wekîlên HDP’ê ev aniye asta herî bilind.’’
Xalid bi berdewamî got, ‘’Başûrê Kurdistanê bûye bazerek ku malê Tirkan lê tê firotin. Em ê hemû malên Tirkan boykot bikin. Her wiha li herêma Kurdistanê gelek şîrketên Tirkan hene. Her wiha hebûna leşkerî ya dewleta Tirk li herêmê zêdetir dibe. Gelê Kurd divê vê nêzîkatiya Tirkiyê qebûl neke.’’
Di çalakiyê de her wiha li ser navê Tevgera Goran Mihemed Osman jî axivî, Osman berxwedana HDP’ê slav kir û got, ‘’Em bang li hemû polîtîkavan, rêxistinê civaka sivîl û saziyên mafê mirovan dikin ku zexta xwe ya li ser hikûmeta AKP’ê û Tirkiyê zêdetir bikin.’’
Li Pencêwin a Silêmanî jî qirkirina siyasî hate şermezarkirin.
Çalakî bi pêşengiya Tevgera Azadî pêk hat û di çalakiyê de nûnerên YNK’ê, Goran, Yekîtiya Îslamî jî hebûn.
Di daxuyaniya hevpar de hate gotin: ‘’Ev girtinên hikûmeta Tirk qanûnên bi hev re jiyanê binpê dike. Peywira me hemûyan e ku em bi rêyên yasayî van planên Tirkan têk bibin. Dewleta Tirk di nêz de divê hevalê me serbest berde. Hemû hêlên siyasî li dijî êrîşên li ser gelê me divê di nêz de bibin xwedî helweste. Hikûmeta Herêma Kurdistanê divê têkiliyên xwe yên bi Tirkiyê re di ber çavan re derbas bike û dawî li xebatên Tirkiyê yên li Herêma Kurdistanê bîne. Artêşa Tirk divê ji xaka Başûrê Kurdistanê were derxistin.’’
Qeymeqamê Seyid Sadiq Diyarî Refîq jî axivî û got: ‘’Em weke gelê Seyîd Sadiq em polîtîkayên hikûmeta AKP’ê û Erdogan ku çav berdaye astengkirina desketiyên Kurdan bi tundî şermezar dikin û daxwaz dikin ku hevserok û wekîlên HDP’ê di nêzîktirîn demê de serbest werin berdan.’’
HEWLÊR
Li gel hemû astengiya asayişa PDK’ê li Çoman a Hewlêrê duh piştî nîvro girtina hevserok û wekîlên HDP’ê hate şermezarkirin. Di daxuyaniya hevpar de hate gotin xeyalên Erdogan wê pêk neyên û dewleta Tirk ku Kurdan her roj qetil dike divê ji Başûrê Kurdistanê derbikeve.
Di daxuyaniyê de hate gotin, ‘’Bi van hemû kirinan Erdogan armanc dike ku li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê xeyalên xwe yên ‘’yek ziman, yek milet, yek al’’ pêk bîne lê divê em destûr ênedin vê’’ û banga yekîtiya netewî hate kirin.
Di çalakiyê de li ser navê Komîteya Çoman a YNK’ê Lokmqa Werdî axivî û piştevaniya YNK’ê ya li HDP’ê diyar kir û girtina hevserok û wekîlên HDP’ê bi tundî şermezar kir.
Wekî dî Cîgirê Sekreterê Giştî yê YNK’ê Behrem Salih, bi şandeya gel xwe seriyek da Nûnertiya HDP’ê ya li Hewlêrê.