Gelê Başûr: Li dijî dagirkeriya Tirk divê em bibin yek deng
Gelê Kelarê yê li herêma Germiyan a Başûrê Kurdistanê, li dijî hebûna leşkerên Tirk a li Başûrê Kurdistanê û bi cihbûna wan li Mûsilê banga yekdengiyê kir.
Gelê Kelarê yê li herêma Germiyan a Başûrê Kurdistanê, li dijî hebûna leşkerên Tirk a li Başûrê Kurdistanê û bi cihbûna wan li Mûsilê banga yekdengiyê kir.
Gelê Kelarê yê li herêma Germiyan a Başûrê Kurdistanê, li dijî hebûna leşkerên Tirk a li Başûrê Kurdistanê û bi cihbûna wan li Mûsilê banga yekdengiyê kir.
Gelê Kelarê li ser mijarê ji ANF'ê re axivî.
'DEWLETA TIRK TI CARÎ BERJEWENDIYÊN KURDAN NEPARASTIYE'
Wênesaz Cemal Xettat da xuyakirin ku hebûna leşkerên Tirk li xaka Başûrê Kurdistanê xetere ye û bi ti awayî bi kêrî Kurdan nayê. Xettat diyar kir ku dewleta Tirk û dewletên din ên mêtînger ti carî li berjewendiyên gelê Kurd nefikirîne û got, "Dixwaze bi gotina 'Kurdê baş û Kurdê nebaş' Kurdan ji hev qut bike. Girîng e hikûmet û partiyên siyasî li hemberî vê dagirkeriya sar, helwesta hevpar nîşan bidin."
'EW HÊZ HÊZEK LI DIJÎ GELÊ KURD E'
Welatiyê bi navê Karker jî, hebûna leşkerên Tirk li nava xaka Başûrê Kurdistanê şermezar kir û bang li hikûmetê kir ku leşkerên Tirk ji xaka Kurdistanê derxîne. Karker got, "Ji ber ku ew hêz hêzek li dijî gelê Kurd e. Ew hêz li dijî berjewendiyên Kurdan hatiye. Gefek li hemberî berjewendiyên Kurdan e. Divê Kurd hemû di vê mijarê de bibin yek û leşkerên Tirk ji xaka Başûrê Kurdistanê derxînin.
'PÊWÎSTIYA KURDAN BI VÊ HÊZÊ NÎNE'
Rêveberê Komeleya Huner û Zanistiyê ya Herêma Germiyan Sadûllah Hesen dest nîşan kir ku bicihbûna leşkerên Tirk li Mûsilê ji bo Kurdan zerar e û bang li hemû partiyên siyasî yên Kurd kir ku li dijî vê dagirkeriyê belavokeke hevpar biweşînin û leşkerên Tirk ji xaka Kurdistanê derxînin. Hesen ragihand ku pêwîstiya Kurdan bi hêzeke bi vî rengî nîne û got, "Eegr Tirkiye ewçendî li ewlekariya gelê Kurd difikire, çima di rojên herî zehmet de li Kobanê deriyên xwe li gelê Kurd girt? Çima her roj çiyayên Kurdistanê bombe dike? Lewma divê gelê Kurd û nûnerên siyasî bêyî ji bîrkirina van, helwesteke hevpar nîşan bidin. Divê her aliyek nakokiyên xwe yên siyasî deyne aliyekî û li dijî mêtîngeriya Tirk bibin yek deng."
'DIVÊ HEBÛNA LEŞKERÎ YA TI DEWLETÊ NEYÊ QEBÛLKIRIN'
Karzan Îbrahîm da zanîn ku li Iraqê gelek hêzên leşkerî yên mezin hene û diyar kir ku Iraq êdî gihaştiye wê radeyê ku karibe yekparebûna xaka xwe biparêze. Îbrahîm da xuyakirin ku ew hêvîdare hêzên siyasî yên gelê Kurd temsîl dikin vê carê xeteyeke dîrokî nekin, li berjewendiyên giştî yên gelê Kurd bifikirin û got, "Ne tenê leşkerên Tirk, divê li xaka Başûrê Kurdistanê destûr ji hebûna hêzên din re neyê dayîn."
'KAREKÎ BI VÎ RENGÎ ANCAX JI PDK'Ê BÊ'
Mihemed Xelîl destnîşan kir ku weke welatparêzekî ew hebûna leşkerên Tirk li nava xaka Başûrê Kurdistanê qebûl nake û ragihand ku hedefa vê hêzê tinekirina destketiyên gelê Kurd e. Xelîl da xuyakirin ku qebûlkirina hêzeke bi vî rengî ancax ji PDK'ê tê û destnîşan kir ku ev yek şermeke mezin e.