Gelê Amedê ji qadan venaqete
Amediyên bi armanca şkandina dorpêça ev 3 meh in li ser Sûrê dom dike bişkînin daketin qadan, di demek kurt de çalakiya xwe ya piştî nîvro dan destpêkirin li tevahî bajar belav kirin.
Amediyên bi armanca şkandina dorpêça ev 3 meh in li ser Sûrê dom dike bişkînin daketin qadan, di demek kurt de çalakiya xwe ya piştî nîvro dan destpêkirin li tevahî bajar belav kirin.
Amediyên bi armanca şkandina dorpêça ev 3 meh in li ser Sûrê dom dike bişkînin daketin qadan, di demek kurt de çalakiya xwe ya piştî nîvro dan destpêkirin li tevahî bajar belav kirin. Gel li hember êrîşên polîsan barîqat danîn, bi sirûdên berxwedanê çalakiya xwe didomînin.
Welatî bi armanca şkandina dorpêça li ser Sûra Amedê bi banga KCD, DBP, HDP, KJA û HDK’ê ji çar aliyan daketin kolanan. Di serî de navçeyên Rezan, Yenîşehîr, Kayapinar, li navçeyên wek Bismil, Farqîn, Çinar, Licê, Pasûr û Çermûgê, her wiha li navçeyên derdor gel daket kolanan. Girse li 13 nuqteyên navenda bajêr li hev civiya, ber bi Sûrê ve dest bi meşê kir.
DOMAHIYA ROJÊ HERIKÎN SÛRÊ
Li ser êrîşa polîsan, girseyê tevahî kolan û cade veguherand qada berxwedanê. Semta Ofîsa Yenîşehîrê, Şehîdlîk, Qada Şêx Saîd, Ûrfakapi, Tekkapi; Batikent, Koşûyolû, Kaynartepe, Sento û Kantara Rezanê barîqat hat danîn, çalakiyên çekdarî dewam dikin. Welatiyan li tevahî kolanên ku ji Ofîs û Yenîşehîrê derdikevin Sûrê barîqat danîn, bi pêxistina agiran ve êrîşên polîsan bersivandin. Li hember van êrîşana girse sirûdên berxwedanê dibêje, jin jî bi tîlîliyan erd û ezman dihejînin.
Di çalakiyê de gel rûpoşên Mehmet Tûnç, Sêvê Demîr, Fatma Ûyar, Pakîze Nayir, Îsa Oran, Derya Koç ên ku di berxwedanên xwerêveberiyên Sûr, Cizîr û Silopiya de jiyana xwe ji dest dane danîn ser rûyên xwe, meşa xwe domand. Welatiyên ji malên xwe piştgirî dan meşê jî, bi beroş, taweyan deng derxistin. Hêjayî gotinê ye ku ji malên derdor li gelê ji gazê bandor bûye lîmon û şekêr hatin belavkirin.
ÇALAKÎ LI KOLANAN DEWAM E
Di serî de kolanên Rezan, li gelek tax û kolanan çalakî dewam dikin, hat dîtin ku polîs neçar man ji hin qadan vekişe.
Hat dîtin ku polîs li kolanên vala jî ketober bombeyên gazê direşîne, li gelek deveran jî heqaret li welatiyan kirin. Di domahiya rojê de agahî hat girtin ku hejmarek zêde welatî hatine binçavkirin. Polîsên ku ketober bi bombeyên gazê û ava şid êrîş kirin, li hin cihan jî ava bi boyax û bombeyên deng bikar anîn. Her wiha ji bajarên wek Dîlok, Riha, Elezîz, Êlih, Çewlikê jî polîs û wesayîtên zirxî wek takwiye hatin bajêr.