Gelê Amedê ji bo Sûrê herikîn kolanan
Bi hezaran welatiyên Amedê ji bo dorpêça li navçeya Surê herikîn kolanan.
Bi hezaran welatiyên Amedê ji bo dorpêça li navçeya Surê herikîn kolanan.
Li navçeya Yenişehir a Amedê, ji bo kiryar û terora dewletê protesto bikin, di çalakiyê de gel banga hişyariyê kir.
Bi organizekirina HDP û DBP’ê ya navçeya Yenişehirê bi hezran kes, ji bo şermezrakirina kiryarên hikûmeta AKP’ê ji ber Plaza AZC ber bi parka Koşuyolû meşiyan.
Li ber deriyê parkê daxuyani hate xwendin. Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Navçeyê Diyadîn Noyan hate xwendin û diyar kir ku li ser erdingariya wan û bi taybeti jî li Amedê diktatortiya AKP’ê roj bi roj zêde dibe û wiha got: “Li tevahi herêmên me her roj em cangoriya oxir dikin. AKP’ê herêmên me weke dijminana dorpêçkirî ye û îşkenceya zindana Amedê ya 12’ê Îlonê xistiye meriyetê. Cihê Esad Oktay îro çi pê hatiye nayê zanin û îro jî hinek aliyên ku bi Tima Esedullah xwe bi nav kirine van kiryaran didin meşandin.
'DEMA KU GEL BERSİV DİDE PAŞ DE DİREVİN'
Noyan da xuyakirin ku li navçeyên Farqîn , Cizîre, Nisêbîn, Gimgim, Dêrik li pey hev qedexeya kolanan hatin îlan kirin û dixwazin bi vî rêbazî gelê me biçewisînin û wiha domand: “ Hêza her carê dixwazin gel bitirsînin û biçewisînin bersiva pêwist digirin û paş de direvin. AKP’ê Destûra xwe ya Bingehîn ji nedîtî ve tê û gel ji pêwistiyan mehrûm dihêle. Nexweş û birîndaran asteng dikin û dibin sedema ku birîndar û nexweş jiyana xwe ji dest bidin.
Noyan axavtinên Erdogan yên di 28 Adarê de gotibû: “Jin be, kesên bi temen be û zarok jî be tiştên pêwist çi be wê were kirin” bi bîr xist û got: “Herî dawî li navçeya Sûrê zarokê 16 salî yê bi navê Çekvan Çûbûk ji ber êriş û kiryarên li ser gel qebûl nekir, hate qetil kirin.”
'EM HİŞYARBİN; QEBUL NEKIN'
Noyan di dawiya daxuyaniyê de bang li gel kir ku li diji bê edaletî hişyar bin û wiha got: “Kiryarên bi êş ên ku li herêma me û Amedê tên jiyîn li hemberi wan hişyar bin û bê edaletiyê qebûl nekin.”
Li navçeya Kayapinarê bi sedan kes ji bo Sûr li Parka Rojava hatin cem hev. Koma gel heta navenda Çand û Ciwanan a Cîgerxwîn meşiyan. Hevserok û Rêveberên DBP’ê yên navçeyê jî beşdarî meşê bûn. Her wiha hevalên Çekwar Çûbûk yê beriya 4 rojan hatibû qetilkirin jî tevlî meşê bûn. Di meşê de pankartên "Bijî Berxwedana Xweser" “Çekwarek diçe, hezaran Çekwar tên”, “Teslîmbûn xiyanet e, berxwedan dibe serketinê”, “Rêheval Çekwar nemir e” û wêneyên Çekwar Çûbûk hatin hilgirtin.
Di meşê de dirûşmên “Ciwan fedaiyên Apo ne”, “Her cih Sûr e, her cih berxwedan e” , “Şehîd Namirin”, “PKK gel e, gel li vir e”, “PKK tohildan” meşiyan. Girseya heta navenda Çand û Ciwanan a Cîgerxwîn meşiyan û beriya daxuyaniyê deqeyek rêzgirtin destpê kir.
Piştî rêzgirtinê Hevserokê DBP’ê yê Navçeya Kayapinarê Ramazan Şîmşek, berxwedana gelê Sûrê, Cizîre, Farqîn, Nisêbîn û Dêrikê silav kir û got: “ Heta ku gelê Kurd statuya xwe bistîne bi rêyên demokratîk wê têkoşina me bidome. Em ê ne bi şer, bi rêyên demokratîk aştiyê bînin. Li herêm û cihên ku gel Rêveberiya Xweser îlan kiriye derketina kolanan hatine qedexekirin, ev êrişên hovane wê ti caran çareseriyê nîne Tirkiyeyê. Wê ti caran zext nikaribe îradeya gel bişkîne.”
Şîmşek diyar kir ku ji bo şermezarkirina êrişên li dijî Sûrê wê her roj li qada bin, da xuyakirin ku wê sibê saet 13.00’an li Qada Stasyonê werin cem hev. Piştî axaftinan hevalên dibistanê yên Çekwar Çûbûk çûn taziyeyê û malbat ziyaret kirin.