Namzetên HDP’ê li bajaran bi gel re hatin gel hev. Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Îdrîs Baluken ê tevlî xebatên li Amedê bû diyar kir ku 5 Hezîranê li dijî mîtînga HDP'ê komkujî pêk hatibû û 4 meh bi ser re derbas bûn û wiha got: "Gel wê di 1'ê Mijdarê de bersiva hemû zext û zordariyên hikûmeta AKP'ê bide.”
AMED
Namzetên HDP'ê yên Amedê di çarçoveya kampanyaya li 81 bajaran a "Ji bo aştiyê li deriyan bixe" li ber AZC Plazayê daxuyanî dan û pîştre belavok belav kir. Hevserokê Rêxistina HDP'ê yê Amedê Omer Onen daxuyanî hat dayin. Onen diyar kir ku wê 24'ê Cotmehê mîtînga aştiyê li dar xistibana lê ji ber ku di mîtîngê Enqereyê de qetlîamêk pêk hat û wan jî mîtînga xwe betal kir. Onen da zanîn ku ew ê ji niha û şûn ve xebatên xwe tenê li mal û esnafan ziyaret bikin bidomînin.
Piştî daxuyaniyê namzet û rêveberên HDP û DBP'ê esnfên Ofîsê geriyan û ew ziyaret kirin. Dema ku parlamenterên Amedê esnaf ziyaret kirin û belavok belav kirin ji aliyên welatî û zarokan ve rastî eleqeyeke mezin hatin.
'KOMKUJIYAN LI VIR DESTPÊ KIR'
Parlamenterên HDP'ê yên Amedê heya Qada 5'ê Hezîranê esnaf ziyaret kirin û li wir daxuyanî dan çapemeniyê, qurnefîl danîn cihê qetlîama 5'ê Hezîranê. Piştre Hevserokê DBP'ê yê Amedê Alî Şimşek axaftinek kin kir. Şîmşek diyar kir ku ew kesên 5 Hezîranê di mîtînga HDP'ê de jiyana xwe ji dest dan bibîr tînin. Şîmşek anî ziman ku qetlîam li vir destpê kir, li Pirsûsê berdewam kir û û herî dawî li Enqere dom kir û wiha got: "100 sal berê Şêx Seîd û hevalên Şêx Seîd hatin qetilkirin. Niha jî qetlîam li ser gelê Kurd berdewam dike. Kî van qetlîaman pêk tîne dîxwazin pêşeroja me tarî bikin. Em xebatên hilbijartinê li vir didin destpêkirin."
GEL WÊ DI 1’Ê MIJDARÊ DE BERSIVA AKP’Ê BIDE
Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Îdrîs Baluken jî diyar kir ku 5 Hezîranê li dijî mîtînga HDP'ê komkujî pêk hatibû û 4 meh bi ser re derbas bûn û wiha got: "Kiryarên 5 Hezîranê ku qetlîam pêk anîn hatibana dîtin komkujiyên Pirsûs û Enqere pêk nedihatin. Yên komkujiya 5'ê Hezîranê vedişêrin dixwazin komkujiyên Pirsûs û Enqere jî veşêrin. Piştî komkujiya Enqere ya di 10'ê Cotmehê de pêk hat Serokwezirê Tirkiyê Davûtoglû got ku 'Kêmasiya ewlehîyê tineye'. Di komkujiyê de 102 welatiyan jiyana xwe ji dest dan û zêdehî 400 kes birîndar bûn li gel vê yekê serokwezîr gotinên wiha dibêje."
Baluken bal kişand ser komkujiyên li Kurdistanê pêk tên û wiha axivî: "Konên sersaxiyê ji bo kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan hatin vedan. Tenê li herêma Qesra Erdogan lê nehatin vedan.
Balukan bal kişand ser biryara KCK'ê ya "bêçalaktiyê" ya di 19'ê Cotmehê de îlan kir lê bersiva vê biryarê bi komkujiyê hat dayîn. Baluken da zanîn ku duh li Geverê 2 ciwan hatin qetilkirin, li navçeyên Amedê qedexeya kolanan berdewam dike. Baluken bilêv kir ku dixwazin bi vê yekê tevliheviyê çêbikin. Baluken destnîşan kir ku gel wê di 1'ê Mijdarê de bersiva hemû zext û zordariyên hikûmeta AKP'ê bide.
MÊRDÎN
Parlamenter û namzetên HDP’ê yên Mêrdînê Gulser Yildirim û Erol Dora, di çarçoveya xebatên hilbijartinên 1’ê Mijdarê de li navçeya dîrokî, cih û warê bawerî û gelan li Midyadê esnafên Sûkê ziyaret kirin. Rêveberên HDP û DBP’ê yên Midyadê jî li gel Yildirim û Dora bi heyetekê re bi sedan esnafên li Sûkê ziyaret kirin û piştgirî ji esnaf û welatiyan xwestin. Di serdana esnafan de namzetan bi esnafan re sohbet kirin û behsa pêvajoyê kirin.
Parlamenter û namzet Yildirim bal kişand ser rola HDP’ê û got ku ew tenê dikarin bi hêza û piştgiriya gelê xwe şerxwazan têk bibin. Yildirim da zanîn ku ew ê bi vîna gelê xwe têkoşîna aştî, azadî, wekhevî û demokrasiyê bi ser bixin û got ku wiha got: “Pêwîst e em prîmê nedin van zalim û dîktatoran. Li ser xwîna me dengan ji me dixwazin. Dibêjin ‘dengan bidin me û em we qetil bikin.’ Wiha bê rêz in. Lê wê dersa ku ji wan re lazim be gelê me bide wan.”
Esnaf û welatiyan jî destnîşan kirin ku ew ê di 1’ê Mijdarê de bersiva herî baş bidin şerxwazan û gotin ku ew wek esnafên Midyadê li gel HDP’ê cih digirin.