Gel li Farqînê li hember êrîşan li ser piyane

Li Farqînê piştî li 3 taxan "qedexeya derketina kolanan" hat îlankirin tîmên taybet bi wesayîtên zirxî dest bi êrîşê kirin. Gel li hemberî êrîşan derketin kolanan û li ber xwe didin.

Li Farqînê piştî li 3 taxan "qedexeya derketina kolanan" hat îlankirin tîmên taybet bi wesayîtên zirxî dest bi êrîşê kirin. Gel li hemberî êrîşan derketin kolanan û li ber xwe didin.

Li navçeya Sûrê piştî nîvro li 3 taxên Mescît, Konak û Tekelê "qedexeya derketina kolanan" hat îlankirin şûnde tîmên taybet bi wesayîtên zirxî dest bi êrîşê kirin. Ji şevê din ve tîmên taybet hewl didin têkevin taxan li hemberî berxwedana gel nikarin pêşve biçin. Hejmara polîsan hatin zêdekirin û polîsan tankêra mazotê gulebaran kirin. Di encama gulebaranê de şewat derket. Welatiyên xwestin mudaxaleyî şewatê bikin ji ber gulebarana polîs ji neçarî paşve vekişiyan.

Welatiyên taxan piştî îlankirina li ber firin û marketan kom bûn û helw didin pêdiviyên xwe pêk bînin.

Her wiha nêzî 30 wesayîtên Ford Ranger jî şandine navçeyê î li ber TOKÎ tên rawestandin. Hat ragihandin ku li hemberî êrîşa polîsan berxwedana gel mezin dibe. Li taxê dengê çek û teqînan jî bilind dibin.