Gaziyên 5'ê Hezîranê: Îradeya me dîl girtin

Welatiyên ku di êrîşa bombeyî ya li dijî mîtînga HDP'ê ya 5'ê Hezîrana 2015'an de birîndar bûn diyar kirin ku di navbera girtina parlamenteran û dîlgirtina 6 mîlyon hilbijêran de ti cudahî nîne.

Dİ 5'ê Hezîrana 2015'an de li Amedê li dijî mîtînga hilbijartinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) du êrîşên bombeyî pêk hatibû û 5 kesan jiyana xwe ji dest dabûn zêdetirî 400 kes jî birîndar bûbûn. Tevî vê êrîşî jî welatiyên ku birîndar bûbûn bi sedyeyan ve çûbûn û dengên xwe bi kar anîbûn. Ligel hemû astengiyan jî HDP'ê ji sedî 13.1 deng girtibû. Gaziyên5'ê Hezîranê ku îradeya xwe di sandoqan de nîşan dabûn diyar kirin ku girtina hevserok û parlamenterên HDP'ê careke din ew birîndar kirine. 

6 MÎLYON KES LI GIRTÎGEHÊ TÊN GIRTIN

Reyhan Yildiz a ku di êrîşê de lingekî xwe winda kir ligel vê yekê jî dengê xwe bi kar anîbû û diyar kir ku wan bedel dane û namzetên xwe şandine meclîsê.  Yildiz got ku ew girtina wekîlan normal nabînin û girtina wekîlan wekî "qirkirina kurdan" bi nav kir. Yildiz wiha berdewam kir: "Bi îradeya me ve 6 mîlyon kes jî li girtîgehê tên girtin. Me bi hevre aştî xwest. Ji ber vê yekê em hatin kuştin, birîndar bûn û niha jî tên girtin. Lê em bêzar nebûn. Ji ber ku ji kurdan ditirsin wekîlên me digirin. Lê dîsa jî em ê li qadan bin."

'ÎRADEYA ME DÎL HATE GIRTIN'

Yildiz a gotina "Em ê serê xwe bidin lê serê xwe netewînin" anî ziman got ku ew ê têkoşîna xwe bidomînin û li qadan xwedî li îradeya xwe derkevin. Yildiz bang li hilbijêrên HDP'ê kir û wiha axivî: "Ev roja rûmet û berxwedanê ye. Îradeye me dîl hate girtin. Lê têkoşîna me neqediya. HEta ku îradeya me bê berdan em ê têkoşîna xwe bidomînin."

'EM JI BO WAN BIRÎNDAR BÛN'

Orhan Tokar ê ku di teqînê de bi giranî birîndar bû û hê jî  bi zehmetî dikare bimeşe jî girtina wekîlan wekî "zilmê" bi nav kir. Tokar destnîşan kir ku ew ligel canê xwe xwedî li HDP'ê derketine û wiha berdewam kir: "Em ji bo parlamenterên xwe derketin kolanan. Ji bo wan em birîndar bûn û me bedel da. Yên ku serkeftina me hezm nekirin, destên xwe dirêjî wekîl û şaredarên me kirin û girtin. Bi vî rengî dibêjin qey wê bi ser kevin.  Le deng neda AKP'ê û em ê nedin."

'HDP WÊ XURTIR BIBE'

Tokar got ku girtina parlamenteran hêrsa wan a li dijî dewletê zêdetir kiriye û bi girtinan dengê xwe wê winda neke.  Tokar diyar kir ku HDP bi biryara beşdarnebûna xebatên qanûnçêkirinê û berê xwa dane hilbijêran wê xurtir bibe û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Divê tu kes girtina parlamenterên HDP'ê qebûl neke. Îro wekîlên kurdan tên girtin. Wê sibehê bê serê yên din jî.  Wekîlên me ji ber ku nehîştin Erdogan bibe serok hatin girtin. Em ê dibêjin  ku wekî gel em ê nehêlin Erdogan bibe serok."