Ji gerîllayên di tevgera şoreşgerî ya Çelê de jiyana xwe ji dest dan, Mazlum Sîdo bi nasnavê Firat Sîdo li bajarê Kobanê ji aliyê hezaran kesî ve hat bîranîn.
Ji gerîllayên di tevgera şoreşgerî de jiyana xwe ji dest dan, Mazlum Sîdo bi nasnavê Firat Sîdo li bajarê Kobanê ji aliyê hezaran kesî ve hat bîranîn.
4'ê Tebaxê gerîllayên HPG di bin navê tevgera şoreşgerî de, li herêma Çelê êrîş birin ser 19 baregehên artêşa Tirk. Di encama çalakiyan de, zêdetirê 100 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin, bi dehan leşker jî birîndar bûn..
Di heman çalakiyan de, 14 gerîllayên HPG jiyana xwe ji dest dan. Yek ji van gerîllayan Mazlum Sîdo binasnav Firat Sîdo yê ji bajarê Kobanê bû.
Li bajarê Kobanê bi armanca bîranîna gerîlla Firat Sîdo merasîmek hat lidarxistin. Di merasîmê de li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Ehmed Miso axaftinek kir û got, gelê Kurd yê di vê pêvajoya dîrokî de ber bi azadiya xwe ve diçe deyndarê şehîdan e.
Hevseroka Meclîsa Gel Eyşe Efendî jî anî ziman ku gelê Kurd wê li ser riya pêşeng û cangoriyên xwe têkoşîna azadiyê bi ser bixe.