Fermandariya YPG’ê ya Efrînê: Êrîş wê bê bersiv nemînin
Fermandariya YPG’ê ya Efrînê têkîldarî êrîşên çeteyên SÛK’ê yên li ser Taxa Şêx Meqsûdê daxuyaniyek nivîskî weşand, diyar kir ku êrîş wê bê bersiv nemînin.
Fermandariya YPG’ê ya Efrînê têkîldarî êrîşên çeteyên SÛK’ê yên li ser Taxa Şêx Meqsûdê daxuyaniyek nivîskî weşand, diyar kir ku êrîş wê bê bersiv nemînin.
Fermandariya YPG’ê ya Efrînê têkîldarî êrîşên çeteyên SÛK’ê yên li ser Taxa Şêx Meqsûdê daxuyaniyek nivîskî weşand, diyar kir ku êrîş wê bê bersiv nemînin.
Daxuyaniya Fermandariya YPG/YPJ’ê ya Efrînê wiha ye:
“Ji 27’ê Sibatê heta niha wek YPG/YPJ'ê li gor biryara giştî ya Netewên Yekbûyî ya der barê agirbestê de, tevgeriya ne. Lê ji wê rojê heta niha komên girêdayî Koalîsyona Netewî ya Sûriyeyê êrîşên xwe li ser Taxa Şêx Meqsûd a Helebê nesekinandin û dijwartir kirine. Dîsa jî êrîşî çeperên me yên li herêma Şehbayê kirin. Li ser Kantona Efrînê jî bi fuzeyan êrîşan li dar dixin. Di van êrîşan de heta niha bi dehan sivîlan jiyana xwe ji dest dane, dîsa bi dehan şervanên me hatin şehidkirin.
Piştî DAIŞ’ê êrîşî Ezaz kir û derdora Mare dorpêç kir me hemû deriyê xwe ji bo sivîlan û birîndaran re vekir û wan pêşwazî kir. Di heman demê de me gelek sivîlên di dorpêça DAIŞ’ê de mabûn rizgar kir û gihand cihên bi ewle. Dîsa dema ku gelên Îdlibê banga deriyekî ji bo pêwîstiyên jiyanî kirin, me wek Kantona Efrîn deriyekî mirovahî vekir û me helwestek mirovî nîşan da.
Li ser vê helwêsta me ya aştiyane komên çeteyan ên girêdayî Kolîsyona Netewî ya Sûriyê li Taxa Şêx Meqsûd a Helebê êrîşên dijwar dan destpêkirin û ji duh ve heta niha 9 sivîlan jiyana xwe ji dest dane û 6 şervanê me şehîd ketine. Niha ev eşkere bû ku tevî hemû hewldanên me yên ji bo rizgarkirin û pêwîstiyên gelên sivîl pêşwazî kirin, li beramber vê helwesta me ya mirovî komên çeteyan êrîşên xwe dijwartir kirin.
Em wek Fermandariya YPG/YPJ'ê ya Kantona Efrinê, hewldanên dijminan bê bersiv nahêlin û em ê ji niha ve hemû rêyên xwe li pêşiya wan koman vekiriye bigirin, êrîşên hovane yê li hember Şêx Meqsûd bê bersiv nahêlin.”