'Fermana şehîdan bilindkirina têkoşînê ye'
Gerîlayên HPG’ê Û YJA STAR’ê şehîdên 9’ê Gulanê yên ji aliyê rejima Îranê ve hatin darvekirin bi bîranîn û soza xwedîderketina li têkoşîna wan dan.
Gerîlayên HPG’ê Û YJA STAR’ê şehîdên 9’ê Gulanê yên ji aliyê rejima Îranê ve hatin darvekirin bi bîranîn û soza xwedîderketina li têkoşîna wan dan.
Gerîlayên HPG’ê Û YJA STAR’ê şehîdên 9’ê Gulanê yên ji aliyê rejima Îranê ve hatin darvekirin bi bîranîn û soza xwedîderketina li têkoşîna wan dan.
Di 9’ê Gulana 2010’an de, rejîma dewleta Îranê yek ji kadroya PKK'ê Şîrîn Elemihulî bi nasnav Ronahî Makû û sê sempatîzanên tevgera azadiyê ya Kurd darve kir. Gelê Kurd di serî de, li Rojhilatê Kurdistanê û li her çar perçeyên Kurdistanê nerazîbûna xwe nîşan da û xwedî li ewladên xwe derket. Gelê Kurd li her qadê çalakî lidar xistin û bi rengekî tund politikayên rejîma dewleta Îranê ên li ser gelê Kurd şermezar û lenet kirin. Îro jî gelê Kurd bi têkoşînek bilind xwedî li wan derdikevin.
Gerîlayên ji Rojhilatê Kurdistanê ên di demên cuda de, tevlî tevgera azadiyê bûne ji ajansa me ANF re axivîn û pirsên me bersivandin.
'EM BI SERBILINDÎ DIÇIN SÊDARÊ, LÊ EM JIYANA SER ÇEMANDÎ NAPEJIRÎNIN'
Dilêr Bokan: Ez di şexsê her çar şehîdên 9’ê Gulanê de hemû şehîdên meha Gulanê bibîr tînim. Û dikarim bêjim em ji bo bîranîna wan hevalan bidin jiyîn, têdikoşîn. Her wiha şehadeta wan ji bo me ciwanên Kurd û bi taybet ên rojhilatê Kurdistanê hem bi nirxe û hem jî wateya xwe mezin e. Dewleta Îranê çiqas me îşkence bike û me bibe ber darê sêdarê jî wê ti caran, me ji armanc û têkoşîna azadiyê nede dûrxistin. Heval Ferzad, Şîrîn, Ferhat û Alî bi berxwedan û têkoşîna ji bo gelê xwe dane de, ev peyam dan me. Peyama wan wiha ye ‘em serî didin lê em serî natewînin’. Di roja îro de jî gelê me li bakurê Kurdistanê li hemberî rejîma dewleta Tirk serî natewîne û rêya berxwedanê hilbijartiye. Pêwîste gelê li rojhilatê Kurdistanê xwedî li vê berxwedanê derbikeve. Pêwîste bi her cure çalakiyan piştgiriya xwe ji bo gelê me yê li bakurê Kurdistanê li ber xwe dide diyar bike. Ji bo gelê me li rojhilat jî beriya her tiştî rêxistinkirin û xwe bi xwe parastin weke nan û avê girîng e. Fermana Şîrîn û Ferzadan ji bo ciwan û gelê me li rojhilatê Kurdistanê ev e. Wan ji ber ku bêmafiya li ser gel dihate jiyîn nepejirandin riya berxwedanê hilbijartin. Cesaret û ruhê wan di dilê xwe de jiyan û dane jiyîn wê ti caran di dilê gel de neyên ji bîrkirin. Bi taybet em ciwanên rojhilatê Kurdistanê û hemû gelê me pêwîste xwedî li wan derbikevin û wan di her kêliya jiyana xwede bidin jiyîn. Ez weke gerîlayekî û şervanekî di şopa wan de têdikoşim soza xwedî li têkoşîna wan derketinê didim û ez dibêjim heta Rêber Apo azad nebe û Kurdistan negihêje xweseriya xwe em ê têbikoşin. Di dawî de, banga min li tevahî ciwanên Kurdistanê re ev e bila werin beşdarî gerîla bibin xwedî li rêya şehîdan derbikin.
'XWEDÎDERKETINA LI TÊKOŞÎNA ŞÎRÎNAN ERKA ME YE'
Gulbihar Makû: Dewleta Îranê weke dewleta Tirk di înkar û tinekirina gelê Kurd de, bi îsrar e. Gelê me li rojhilatê Kurdistanê pêwîste bi xweparastinê û rêxistinê, van polîtikayan pûç bikin. Xwedî li derketina van şehîdan jî ancax bi têkoşîn û berxwedanê dikare bê kirin. Di roja îro de, li Sûr, Cizîr, Nisêbîn, Şirnex û li tevahiya rojavayî Kurdistanê gelê me ketiye nava qonaxekî nû ya têkoşînê. Ev têkoşîn di bin pêşengtiya jina Kurd û ciwanên Kurd de xwe gîhandiye lûtkeyan. Ev têkoşîn û serî rakirina li hemberî dagirkeran e. Rêjîma Îranê jî hîna tu mafekî gelê me nas nake û bi her rêbazên asîmlasyonê û darvekirinê zextan dide meşandin. Dewleta Îranê di şexsê van her çar hevalên darvekirin de jî xwest peyamek wiha bide gelê me’ ‘ger hun serî li ber min rabikin hunê bên darvekirin’ lê qehremanên weke Şîrîn, Ferzad, Ferhat û Aliyan ev dagirkerî nepejirandin û heta kêliya dawî xwedî li têkoşîna gelê xwe derketin û riya serfiraziyê pejirandin. Xwedî li têkoşîna Şîrînan derketin erkeke li stûye me ye. Ez jî weke keçek Kurd a ji eşîra hevala Şîrîn Elemuhulî dibêjim heval Şîrîn ji bo me keçên rojhilat pêşengek bû. Rêya wê ji bo xwe hilbijart, em ê heya dawî pê de herin. Pêwîste jin û ciwanên Kurd li rojhilat di vê dema têkoşîna ya dijwarê de xwedî li têkoşîna wan derkevin û li hember zilma rêjîma Îranê bisekinin û beşdarî gerîla bibin.
'BERXWEDAN FERZAD Û HERÊYÊN WÎ ŞOPA MAZLÛMAN BÛ'
Mazlûm Erdal: Ez di serî de, di salvegera şehadeta van her çar hevalan de, tevahî şehîdên şoreşa Kurdistanê bibîr tînim û bejna xwe ditewînim. Van hevalan bi şehadeta xwe ji mere peyamek hêştin. Li zîndana amedê de, di bin pêşengtiya şehîdê mezin mazlum doğan de tevgera azadiyê ketibû qonaxeke nû. Li rojhilatê Kurdistanê jî di bin pêşengtiya heval Ferzad û hevrêyên din de berxwedana pêşket berdewamiya şopa mazluman bû. Ji bo gelê me li rojhilat şehadeta van her çar hevalan peyama bilindkirina têkoşînê bû. Peyama wan hevalan li dûv xwe hêştin Kurdê azad çawa tê avakirin bû. Di roja îro de li tevahî Kurdistanê têkoşînek mezin tê meşandin. Gelê me li rojhilatê Kurdistanê pêwîste bizanibe têkoşîna li bakur başur û rojavayî Kurdistanê tê meşandin, di heman demê de têkoşîna wana ye jî. Pêwîste gelê me li rojhilat li hemberî van êrîşên hovane bê deng nemîne. Lazime alîkariyek manewî û ruhekî hevgirtî bidê vê têkoşînê. Li ser vê esasê bi taybet ez bang li hemû xurt û keçên rojhilatê Kurdistanê dikim xwedî li şehîdên xwe derbikevin û berê xwe bidin nav refên têkoşîna gerîla.
'PÊWÎSTE GELÊ ME DÎROKA QEHREMANÊN XWE BAŞ BIXWÎNE'
Amed Şaho: Ez serî de şehîdên meha Gulanê û hemû şehîdên rojhilatê Kurdistanê bibîr tînim û soza berdewamiya têkoşîna wan didim. Daxwaza wan hevalan heya kêliya şehadetê azadiya Rêber Apo û gelê Kurdistanê bû. Gelê me rojhilatê Kurdistanê pêwîste xwedî li berxwedana wan hevalan derbikevin. Pêwîste hemû gelên li rojhilatê Kurdistanê dijîn xwe bikin yek û li hemberî vê rêjîma dij gelan red bikin. Ger em têkoşîna xwe mezin bikin em dikarin xwedî li wan şehîdan derbikevin. Pêwîste gelê Kurd hem dîroka dijminê xwe û hemjî dîroka qehremanên xwe baş binase. Ji ber ku ger em weke gel dijminê xwe nenasin em nikarin têkoşînek dijwar bidin meşandin. Em weke gel dikarin mafê xwe bi berxwedanê bi dest bixin. Ez di dawî de dibêjim her ciwanek rojhilat ê ku dibêje ezê di peyî şopa ferzadan de bimeşim pêwîste werê serê çiya û xwedî li wan derbikevin.
'BANGA LI HEMÛ CIWANÊN ROJHILAT DIKIM KU LEŞKERIYÊ JI ÎRANÊ RE NEKIN'
Kurdo Hewreman: Di meha Gulanê de gelek şehîdên me ên pêşeng hene. Ev meh weke meha şehîdan tê bi navkirin. Her çar hevalên me yên ku dewleta Îranê bi rengekî hovane darvekirin jî di vê mehê de hatin şehîd xistin. Têkoşîna gelê me bi saya van hevalên şehîd xwe li her çar perçeyên welat gîhandiye asteke mezin. Van şehîdan canê xwe di oxira azadî û wekheviya gelan de dan. Li hemberî rêjîma darvekar a Îranê jî heval û mamosteyê jiyanê Ferzad û hevrêyên wî di rojhilatê Kurdistanê de berxwedanek destanî avakirin. Wan dizanîbû ku bedelê dawa ew di peyî de diçin girane lê dîsa jî dev jê neberdan. Ev vîneke mezin e. Serîrakirinek dîrokî a li hemberî rêjîma Îranê ye. Wan di Kurdbûna azad de îsrar kirin û şehîd bûn. Pêwîste tu ciwanekî Kurd teslîmyetê ji bo xwe nepejirîne. Gerek her ciwanek xwe bike mamosteyek ji bo gelê xwe û pêwîste rola pêşengtiyê hilde ser mile xwe. Herî dawî bangawaziya min ji bo hemû ciwanên rojhilat ew ku neçin leşkertiya dewleta Îranê û bi ti awayî xizmeta zihniyeta darvekar nekin. Fermana wan hevalên şehîd ew bû her ciwanekî Kurd xizmeta Kurdê azad û neteweya xwe bike. Ev erk dikeve ser milê her ciwanekî rojhilatê Kurdistanê.