Ferhat ê 15 salî yê bi 12 fîşekan hat qetilkirin, hat veşartin

Ferhat Kartal ê 15 salî ku li Silopiyayê ji aliyê hêzên çekdar ên dewleta Tirk ve bi 12 fîşekan hat qetilkirin, ji aliyê bi hezaran kesî ve hat oxirkirin.

Ferhat Kartal ê 15 salî ku li Silopiyayê ji aliyê hêzên çekdar ên dewleta Tirk ve bi 12 fîşekan hat qetilkirin, ji aliyê bi hezaran kesî ve hat oxirkirin.

Ferhat Kartal ê li navçeya Şirnex Silopiyayê, pêr êvarê bi guleyên hêzên dewletê yên ji wesayîta zirxî hat reşandin jiyana xwe ji dest da, piştî merasîmê li Goristana Taxa Yenîşehîrê hat veşartin. 

Cenazeyê Kartal ê astengdar, piştî otopsiyê îro anîn Mizgefta Mekke ya li Taxa Yenîşehîrê û li vê derê ji aliyê bi hezaran kesî ve bi qîrîna dirûşma "Şehîd Namirin" hat pêşwazîkirin. Ciwanan cenazeyê Kartal xistin wesayîta cenaze û ji bo bicihanîna wecîbeyên olî anîn mizgeftê. Piştî wecîbeyên olî, ciwanan darbesta Kartal hilgirtin ser milan û bi meşeke ku bi hezaran kes lê amade bûn, birin mizgefta taxê.

Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Kartal hatin hilgirtin û dirûşmên "Kujer dewlet wê hesab bide" û "Şehîd namirin"hatin qîrîn.

Li goristanê, piştî deqeyeke rêzgirtinê ya li ber sirûda "Ey Reqîp", Hevseroka Meclîsa Gel a Silopiyayê Pakîze Nayir peyivî û got, "Em her roj ciwanekî xwe di dilê xwe de vedişêrin. Di êrîşên hovane yên hikûmeta AKP'ê de Ferhat ê astengdar û bê guneh, bi guleyên ji salên emrê xwe bêhtir hat qetilkirin. Em çiqasî biaxivin jî gotin di qirika me de dimînin. Ji bilî berxwedanê, rêyek din li pêşiya me nîne."

Piştî axaftinan, cenazeyê Kartal li ber duayan hat veşartin.

Li dû veşartina cenaze, girseya gel berê xwe da konê sersaxiyê yê li ber vahiya HDP'ê ya navçeyê hatiye vedan.