FEDA: Em li gel rewşenbîrên birûmet in

FEDA’ê piştgirî da rewşenbîrên ku deklerasyona aştiyê belavkirin û bûn hedefa Erdogan.

Federasyona Elewiyên Demokratîk a Ewropa (FEDA) têkildarî terora dewleta Tirk û hedefgirtina rewşenbîran daxuyaniyek da.

FEDA daxuyaniyek nivîskî da û diyar kir ku piştgiriya rewşenbîrên ku ji aliyê AKP’ê tên lînçkirin, teslîm bigrin û bitirsînin dikin.

Di daxuyaniyê de hat ragihand ku ‘AKP nûnerê faşîzma 12’ê Îlonê û berdewamiya wê dike’, bal kişand ser Serokkomarê Tirk Tayîp Erdogan ku zîhniyeta yekperest û nîjatperestî digire dest. Li Bakurê Kurdistanê her roj sivîl ji aliyê hêzên dewletê ve tên qetilkirin. Di daxuyaniyê de bal kişand ser berxwedanan xwerêveberiya gel, Erdogan û AKP’e ya Elewiyan jî dike hedef. Da xuyakirin ku peyamên piştgiriyê dan gireva birçîbûnê ya li hember qirkirinên li Kurdistanê. 

 ‘LI HEMBER ERDOGAN Û AKP DENGÊN XWE BILIND BIKIN’

FEDA destnîşan kir ku rewşenbîrên ku banga aştiyê kirin û Erdogan û AKP’ê kirin hedefa xwe û gef lê kirin şermezar kir û wiha da xuyakirin:

“Rewşenbîrên deklerasyona dane destpêkirin em îmzaya xwe li bin dixin. Em bang li hemû rewşenbîr, nivîskar, entelektuel, parasvanên mafên mirovan dikin, li hember van êrîş û kampanyayên linçkirinê hê zêdetir dengên xwe bilind bikin. Li hember vê zîhniyeta AKP’ê û Erdogan a Hîtlerwarî cihên xwe li gel rewşenbîran bigirin, ji beriya her tiştî li hember vê tarîtiya demê cihê xwe li gel ronahîyê bigirin. Carek din ji raya giştî re didin diyarkirin ku em li gel rewşenbîrên birûmet cih digirin.”