Farqînî ber bi Amedê ve dimeşin

Piştî navenda Amedê, li navçeyên Farqîn, Bismil, Erxenî û Çinarê jî esnafan dikanên xwe venekirin. Ji Farqînê bi hezaran kes bi rê ketin û berê xwe dan Amedê.

Piştî navenda Amedê, nerazîbûneek din a li hemberî qedexeyên derketina derve, ji navçeyan jî hat. Li navçeya Amed Bismilê jiyan sekinî. Dermanfiroş û firin ne di nav de, ti dikan nehatin vekirin, ajokarên mînîbusan ên nabera bajaran û nava bajêr, wesayîtên xwe nexebitandin. Li navçeyê xwendekar û mamosteyan dibistan boykot kirin.

Navçeyeke din a Amedê ku jiyan lê sekiniye Farqîn e. Esnafên Farqînê, ji bilî firin û dermanfiroşan dikanên xwe venekirin. Bi hezaran kesên li ber avahiya HDP'ê ya navçeyê li hev civiyan, bi wesayîtan berê xwe dan Amedê ku beşdarî meşa ji ber Şaredariya Bajarê Mezin destpê bike.

Li Çinar û Erxeniyê jî esnafan dikanên xwe venekirin.