Ezîz: Dixwazin Skyes Pîcot careke din bînin serê Kurdan

Parlamenterê YNK'ê yê Iraqê Mûhammed Osman Ezîz got, "Dewleta Tirk dixwaze di navbera Kurdan de şer derxîne, xewn û xeyala xwe ya Mûsil-Kerkûkê ya ji dema Osmaniyan û vir ve bi cih bîne û Sykes Pîcot careke din bîne serê Kurdan."

Parlamenterê YNK'ê yê Iraqê Mûhammed Osman Ezîz got, "Dewleta Tirk dixwaze di navbera Kurdan de şer derxîne, xewn û xeyala xwe ya Mûsil-Kerkûkê ya ji dema Osmaniyan û vir ve bi cih bîne û Sykes Pîcot careke din bîne serê Kurdan." Ezîz diyar kir ku pêwîste Kurd di vî warî de hişyar bin û bi yekîtiya neteweyî re bersivê bidin van planan.

Ezîz diyar kir ku gotina 'Hebûna leşkerên Tirk li Mûsilê ji bo perwerdeyê ye' bi tenê bahaneyeke û destnîşan kir ku Iraq wê bi ti awayî rewşeke bi vî rengî ya 'min kir-pêk hat' erê neke. Ezîz ragihand ku dewleta Tirk hewl dide planên xwe yên dîrokî û rojane bi cih bîne û got, "Dewleta Tirk ji aliyekî ve dide dû xeyalên xwe yên dîrokî, li aliyê din jî ji bo çareserkirina krîza aboriyê ya ji ber ambargoya Rûsyayê, dixwaze di ser Kurdan re pêwîstiya gazê, di ser DAIŞ'ê re jî pêwîstiya xwe ya petrolê tedarik bike."

Ezîz da zanîn ku dewleta Tirk a li Bakurê Kurdistanê her roj Kurdan qetil dike û Rojavayê Kurdistanê jî weke xeta xwe ya sor nîşan dide, ji bo Kurdan wê nekeve nava ti hewldaneke bi xêr û axaftina xwe wiha dewam kir: "Berevajî dixwaze Kurdistanê ji her alî ve dorpêç bike. Li Rojhilata Navîn şerekî parvekirinê diqewime. Ji bo Kurd azad nebin dixwazin careke din Sykes Pîcot bînin serê kurdan. Lewma divê Kurd li dijî vê bisekinin."

PERWERDEYA LEŞKERÎ BAHANE YE

Ezîz ragihand ku ji bo hebûna leşkerên Tirk li Mûsilê du sedem tên nîşandan û bibîr xist ku yek ji van azadkirina Mûsilê, ya duyemîn jî perwerdekirina hêzên Sûnî. Ezîz got, "Ev her du sedem bahane ne" û destnîşan kir ku armanca bingehîn bi cih bûna li herêmê û derxistina şerê navbera Kurdan e.

Parlamenterê YNK'ê yê Iraqê Osman Ezîz da zanîn ku sedemên xwe yên piştperdeyê cuda ne û ev xal destnîşan kir: "Armanca hatina wan, derxistina şerê navbera hêzên Kurd ên li Başûrê Kurdistanê ye. Bala xwe bidinê; leşkerên Tirk hem li herêma Soran hem jî li Mûsilê bi cih dibin. Ev gelekî manîdar e. Divê Kurd vê baş fêm bikin, têbigihêjin. Di vir de armanc; derxistina şerê navbera Kurdan û pêşîgirtina li yekîtiya neteweyî ya Kurdan e. Girîng e Kurd vê armancê rast bixwînin û li pêşiya vê bibin asteng. Serokwezîr Ebadî û payebilindên leşkerî nerazîbûn nîşanî vê dan û xwestin leşkerên Tirk tavilê xaka wan biterikînin. Di rewşeke berevajî de hêzên hewayî amade ne û wê ya pêwîst bikin."

JI BO OPERASYONA MÛSILÊ PÊWÎSTÎ BI LEŞKERÊN TIRK NÎNE

Ezîz da xuyakirin ku leşkerên Tirk li sê nuqteyên wîlayeta Duhokê bi cih bûne û der barê hebûna leşkerên Tirk a li vê herêmê ev agahî da: "Bi qasî 3500 leşkerên Tirk hatin li Duhokê bi cih bûn. Tank, top û her cûre çekên giran ên wan hene. Ev rewş, beriya hatina DAIŞ'ê ya li herêmê pêk hat. Ev hêz hînê jî li wir e. Hêza niha nû hatiye jî sê yekîne ne. Çekên xwe yên giran hene. Hêzeke ji 1200 kesî anîne."

Ezîz diyar kir ku ji bo operasyoneke gengaz a Mûsilê pêwîstî bi leşkerên Tirk nîne û got, "Niha radibin dibêjin ew ji bo operasyona Mûsilê hatine. Lê belê pêwîstî bi wan tineye. Ji ber ku artêşa ıraqê heye, pêşmerge û hêzên mîlîs hene. Her wiha peymanên navneteweyî hene. Li gorî van peymanan, 65 dewlet eger pêwîstiyê pê bibînin wê lekeran bişînin herêmê. Eger wê operasyona Mûsilê bê kirin, hingî divê ev hêz leşkeran bînin."

DIXWAZIN SKYES PÎCOT CAREKE DIN BÎNIN SERÊ KURDAN

Parlamenter Osman Ezîz da xuyakirin ku berevajî îdîayan leşkerên Tirk ji bo tevlîbûna li operasyona Mûsilê nehatine û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: "Divê ev rastî neyê ji bîrkirin. Hatina dewleta Tirk berevajî îdîayan, ne ji bo tevlîbûna li operasyona Mûsilê ye. Ji xwe dewleta Tirk li Bakûrê Kurdistanê, li Rojavayê Kurdistanê Kurdan qetil dike. Heman komkujiyê li Başûrê Kurdistanê jî dike. Lewma hêza hatiye xwedî niyeteke nebaş e û hêzeke dagirker e. Ne pêkan e ku em hebûna vê hêzê qebûl bikin. Ji ber vê yekê, divê Kurd li hemberî vê yekê hişyar bin. Dixwzin Kurdan li hemberî hev bidin şerkirin. Lê belê pêwîste bi ti awayî destûr ji şerekî navxweyî re neyê dayîn."

Ezîz bal kişand ser pêvajoya dîrokî ya herêm di nav de derbas dibe û anî ziman ku tê xwestin Sykes Pîcotek nû caerke din bê serê kurdan. Ezîz ragihand ku divê Kurd bi projeyeke hevpar helwesteke neteweyî li dijî vê nîşan bidin û got, "Dema ku dem di nav de derbas dibin, demeke ku hewl tê dayîn herêm ji nû ve bê parvekirin. Hêzên super ên cîhanê li dû vê ne. Lewma divê Kurd xwedî projeyeke li ser li hev kirine. Ev mutabaqat jî pêwîste pêşkêşî cîhanê bê kirin. Ancax bi vî rengî em dikarin azad bin yan jî dikarin dewleteke rasteqîn ava bikin. Eger Kurd vê bi ser nexînin, çawa ku di sedsala 20'an de bi peymana Sykes Pîcot re welatê Kurdan hat parçekirin, heman rewş, heman aqûbet wê dîsa bê serê me. Wê careke din Kurdistanê ji hev parçe bikin.

Wekî din, armanca dewleta Tirk ew e ku PKK'ê û rêxistinên Kurd ên li Başûrê Kurdistanê li hemberî hev rake û bide şerkirin. Ji ber ku armanca xwe ji holêrakirina destketiyên Kurdan e. Vê yekê ne tenê li Başûr, dixwaze li Rojava û Bakurê Kurdistanê jî pêk bîne û pêşî li yekîtiya neteweyî bigire.

Dibe ku îro hin kes van armancên rasteqîn nabînin. Lê belê ev rastî wê sibe derkevin holê. Lewma divê hem PDK, hem PKK, hem jî rêxistinên din hişyar bin û ji bo xerakirina vê lîstikê têbikoşin."

ARMANCÊN DÎROKÎ Û ROJANE YÊN HATINA LEŞKERAN HENE

Ezîz da zanîn ku veguhastina leşkerî ya artêşa Tirk xwedî armancên dîrokî û rojane ne û diyar kir ku eger rê li ber tevlîheviyekê were vekirin, bi qasî Tirkan wê Kurd jî zerarê bibînin, ji ber ku şer wê li erdnîgariya Kurdan biqewime. Parlamenter Ezîz got, "Ev şer wê li xaka Kurdistanê biqewime. Di serî de Kurd wê her kes ji vê yekê zerarê bibînin. Ji ber vê yekê divê leşkerên Tirk bên vekişandin û destûr ji afirandina pirsgirêkek nû ya Kurdan neyê dayîn. Pêwîste dewleta Tirk û hikûmetên Iraq û Kurdistana Federe li hev rûnên û vê pirsgirêkê çareser bikin.

Dewleta Tirk hînê Duhok, Hewlêr, Silêmaniye, Kerkûk û Mûsilê weke xaka xwe dibîne. Dewleta Tirk hînê di nava xewna Osmanî de ye. Bêguman hem dixwaze van deran dagir bike, hem jî gaz û petrolê jê derxîne û bibe. Yek ji armancên xwe yên bingehîn ev e.

Wekî din, ji xwe têkiliya xwe bi DAIŞ'ê re heye. Di nava demeke kurt de dixwaze têkiliya xwe ya petrolê pê re xurtir bike. Ji ber ku piştî êrîşên hewayî yên Rûsyayê, DAIŞ ket nava pirsgirêkên mezin ên aboriyê. Ew jî dixwaze bi Tirkiyeyê re bazirganiya petrolê bike. Aliyekî din ê hatina dewleta Tirk a Mûsilê bi vî rengî ye. Di vir de qezenca her du aliyan heye."